Peyva Tabû ji zimanên tongayî derbasê hemî zimanan bûye. Di zimanên tongayî de wateya wê; tiştê ku qet nikare were birîndarkirin, dest lê dayîn, tiştê qedexe, tiştê pîroz, tiştê pirr veşartî ye.

Tabû di hemî beşên zanîstiyê de tê bikaranîn, lewra her mirov, her ber an kom, gel, çîn. ol hwd tabûyeke xwe hene. Sigmund Freud di psîkolojiyê de ciheke girîng daye tabûyan. Tabûyên olan pirr in. Bo mînak mirov nikare nîqaşa hebûna Xwedê bike, lewra ev tabûyek e. Dîsa di hemî çandan de tabû hene. Mirov nikare rût û tazî di stasyona trênê de bigere. Di dadmendiyê de tabû hene. Bo mînak mirov nikare xalên bingehîn ên destûrên bingehîn bi hêsanî guftûgo bike.