TRT Kurdî

Qenala Televîzyonê

TRT Kurdî, kanaleke televizyonê ya bi kurdî ye ku wekî yekemîn kanala fermî ya komara Tirkiyeyê li roja 25ê kanûna pêşîn a 2008an (hingî navê wê TRT 6 bû) dest bi weşana xwe ya ezmûnî ango testê kir. Di 1ê kanûna paşîn a 2009an de saet 19:00ê li gorî saeta herêmî dest bi weşana xwe ya asayî kir. Ev kanal yek ji kanalên fermî yên ser bi Saziya Radyo û Televizyonê ya Tirkiyeyê ango TRTê (bi tirkî: Türkiye Radyo Televizyon Kurumu) ye. TRT Kurdî rojê 24 demjimêran bernameyan bi zimanê kurdî, anjî bi jêrnivîsa kurdî pêşkêş dike.

TRT Kurdî
Destpêk1ê kanûna paşîn 2009
WelatEnqere, Amed, Tirkiye
ZimanKurdî (dimilî, kurmancî, soranî)
Qada weşanêWorldwide
Malpertrt.net.tr/trt6
Berdestî
Peyik
Türksat12685 H, SR 30000, FEC 5/6
Eutelsat W3ADigiturk channel 58 (11492 V, SR 30000, FEC 3/4)

Karvedan ango reaksiyonên kurdan li beranberî vê kanala nûhatî corbicor in. Hinek kesên naskirî ku bernameyan pêşkêş dikin Rojîn û Nilufer Akbal bûn. Lê herduyan piştî demekê ji ber zext û sansurên RTÜKê dev ji TRT 6ê berdan.

Binêre biguhêre

Girêdanên derve biguhêre