Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û DYAyê
Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û DYAyê têkiliyên van herdu pêkhateyên dewletî dihundirîne. Bi taybetî piştî xweseriya Başûrê Kurdistanê li sala 2005ê heta niha ev pêwendiyên siyasî bi awayeke fermî dom dike.
Başûrê Kurdistanê |
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
---|
Destpêk biguhêre
- Gotara bingehîn: Têkiliyên kurd û amerîkiyan
Têkiliya Başûrê Kurdistanê û DYAyê li sala 1972yê bi hevkariya Şahê Îranê hate saz kirin. Henry Kissinger û Mela Mistefa Barzanî aktorên sereke yên van têkiliyan bûn [1]
Yekem car li sala 1975ê lobiya kurdÊn başûr hate berhev kirin. Dîplomatê berê yê Iraqê Mihemed Doskî serkêşê van çalakiyên dîplomatîk bû. Her çend zêde nekarîbe serkeftî be jî DYAyê 3 hezar û 500 xwendekarên kurd ji bo DYAyê qebûl kirin ku perwerdehiyê li vir bibînin [2]
Celal Telebanî li sala 1988ê bi rêya Peter Galbraith seredanî DYAyê dike. Jixwe Berhem Salih wek berpirsiyar li vir dixebite, her wisa Qubad Telebanî jî li cem Berhem Salih dixebite