Têkiliyên Îran û Iraqê

Têkiliyên Îran û Iraqê pêwendîyên aborî, dîrokî, civakî, dînî yên Iraq û Îranê dihundirîne.

Îran–Îraq

Îran

Iraq

Pirsgirêka Şetelereb biguhêre

 
Çemê Şetelereb di navbera Îran û Iraqê de hidûdekê sirûştî çêdike

Çemê Şetelereb ji herdu rûbarên bingeha wan digehe Kurdistanê, ji rûbarên Firat û Dîcleyê çêdibe. Ev herdu rûbar li başûrê Iraqê li bajarê el-Qurne (Elqurne) digehin hev. Her wisa çemê Karûn jî ji Îranê tê û tevlî Şetelereb dibe. Her wisa li terefê Îranê çemekê bi navê Behmîşîr jî ji çemê Karûn vediqete û ber bi başûr ve diçe heta ku digehe Kendava Farsê. Bi vî şeklî di navbera çemê Şetelereb û çemê Behmîşîr de nîvgiravek çêdibe. Ji vî nîvgiravî jî re dibêjin Abadan an jî Cezîret el-Xizir. Ev herêm di parêzgeha girêdayî Îranê Xûzistanê de dimîne û gelê li vir dije hemû nijad ereb in. Çemê Şetelereb ji ber faktorên erdnigariyê carna diguhere û di nava çem de hindek caran girav çêdibin, hindek caran jî ev girav xerab dibin. Ev giravên çêdibin dibe pirsgirêk ji ber ku aşkera nîne ku bi kîjan dewletê ve girêdayî ye. Her wisa ji Kendava Farsa bo nava Îranê û Iraqê bi rêya Çemê Şetelereb sefîne tên û diçin, ev jî potansîyeleke mezin ya bazirganiyê di nav xwe de dihundirîne. Du bajarên sereke yên Îranê Abadan û Xuremşehr jî li kenarê Şetelereb cih digirin.

Çemê Şetelerebê di navbera Îran û Iraqê de hidûdekê siruştî çêdike. Ji ber vê gelek pirsgirêk ji ber bikaranîna vî çemî di navbera herdu dewletan de derdikeve holê.

Pirsgirêka Şetelereb digehe têkiliyên Osmanî û Sefewiyan. Wî wextî li navbera van herdu dewletan carna şer çêdibû û hidûdên van herdu dewletan dihatin guhertin. Ji ber pirsgirêkên hidûdî Osmanî û Sefewî li sala 1639ê de Peymana Qesra Şîrîn destnîşan dikin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Xuzistan bo Îranê, başûrê Iraqê jî bo Osmaniyan dimîne. Lê ji ber guherîna Çemê Şetelereb ji ber sedemên sirûştî, hidûdê van herdu dewletan zelal namîne.

Li sala 1812ê de eşîreke ereb bi navê Benî Ka'b ji axa Osmaniyan derbas dibe û diçe Xuremşehrê. Her roja ku diçe gelheya ereban li herêmê zêde dibe. Ji ber vê zêdebûnê Osmanî rojhilatê Şetelerebê wek mafê xwe dibîne ku axa Osmaniyan e [1]. Bi peymana Erzeromê ya di sala 1847ê de hatîye destnîşankirin rojhilata Şetelerebê û nîvgirava ku Xuremşer tê de ji bo Îranê ma û Silêmanî jî bo Osmaniyan ma.

Piştî salên 1900an Brîtanya û Rusî li Rojhilata Navîn du aktorên sereke bûn. Bi taybetî jî Brîtanya hem li nav Osmaniyan hem jî li nav Îranê de xwedî giraniyekê bû. Li sala 1908ê li Îranê petrol hate dîtin û ev petrol bi rêya şîrkete Brîtanyayî dihate derxistin û bi rêya Şetelereb dibir Kendava Farsê. Her wisa li sala 1908ê de li dewleta Osmanî jî şoreşa makezagonî çêbû û Partiya Îtîhad û Tereqî bû desthilat. Îtîhad û Tereqî jî di bin bandora brîtanî de bû. Li sala 1913ê di navbera Îran û Osmaniyan de, protokola Stembolê an jî bi navê din Protokola Kifşkirina Hidûdê Osmanî û Îranê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê çemê Şetelereb di navbera van herdu dugelan de wek hidûd hate pejirandin. Lê paşî şerê cîhanî yê yekem destpê dike û brîtanî herêma Iraqê ji Osmaniyan paqij dikin. Êdî herêma Şetelereb hemû dikeve bin kontrola brîtanî.

Piştî şerê cîhanî yê yekem li sala 1921ê de Keyaniya Haşemî ya Iraqê di bin mandateriya Brîtanyayê de hate damezrandin. Li sala 1932yê jî Iraq ji bin mandateriya brîtanî derket û serxwebûna xwe îlan kir. Jixwe piştî serxwebûnê pirsgirêka Şetelerebê bêhtir mezin bû. Lê Cemiyeta Miletan dest avête vê pirsgirêkê û bi navbeynkariya xwe ev pirsgirêk 4ê tîrmeha 1937ê hate çareserkirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê çemê Şetelereb bo hemî sefîneyên navneteweyî dê were serbest be. Iraq jî qebûl dike ku Abadan û Xuremşehr yên Îranê ne. Lê li ser vê destnîşankirinê Iraqê got ku çemê Şetelereb bêhtir heqê Iraqê ye. Pirsgirêk bi vî awayî neçareserkirî ma.

Li sala 1954ê bazirganiya petrolê li Îranê berfireh bû û hemî sefîne û gemî bi rêya çemê Şetelereb dihatin petrol dibirin. Bi dûçûna hûrgiliyên hevpeymana sala 1937ê keştiyan bac didan û bi van bacan jî çemê Şetelereb dihate îslahkirin. Lê ji ber nezelaliya xerckirina van dewletan bo paqijkirina çemê Şetelereb pirsgirêk dîsa rûda. Heta ku Iraqê got Xûzistan ya Iraqê ye.

Pirsgirêka Şetelereb nehate çareserkirin heta ku Îranê li sala 1969ê de daxuyand ku wan hevpeymana sala 1937ê yekalî betal kir. Piştî vî wextî pirsgirêka kurdî jî hêdî hêdî diket nav têkiliyên van herdu dewletan de. Jixwe Îranê vî wextî bi aşkerayî alîkariya hêzên kurd kir heta ku Iraqê dest ji nakokiyan berda û mecbûr ma ku li ser maseyê birûne. 13ê xizîrana 1975ê di navbera van herdu dewletan de Hevpeymana Cezayîrê hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê Îranê alîkariya xwe ji kurdan vekişiya û Iraqê jî kontrola nîvenîv ya herdu welatan qebûl kir.

Li sala 1979ê şoreşa Îslamî li Îranê çêbû. Li sala 1980ê de Iraqê ev şoreş û zeîfbûne otorîteya navendî fersend dît û rojavayê Şetelerebê dagir kir. Di encamê de Şerê Îran û Iraqê destpê kir. Ev şer heşt salan berdewam kir û li sala 1988ê bi agirbestekê bidawî bû. Lê li sala 1990 ji ber Iraqê ji ber wendahiyên xwe hevpeymana Cezayîrê dîsa nasî.

Pirsgirêka Şetelerebê her çend li ser bingeha hevpeymana Cezayîrê bisekîne jî, xuya ye ku di paşeroja van herdu welatan de dê her geş bimîne.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ J.B. Kelly, Britain and the Persian Gulf 1795-1880, Oxford 1968, r.39