Sîmak el Ezel (السماك الأعزل), Spica (bi latînî simbile) an α Virginis, stêra geştirîn a di komstêra Simbile de ye û stêra 15'emîn geştirîna li ezmana şev e. Spica di komstêrê de simbileya di dest xamayê de pêk tîne.

Dîtina Spica bi rêya Termê Merxê û Arktûrûs

Ew stêrcoteka du stêrên xwe di dor hev re bi peryodeka 4,0145[1] rojan de dizivirin in û pê re geşiya wê di navbera +0,92 û +0,98 mag. de diguhere, lê ew bi çavên rût nayê ferq kirin. Ew 250 salên roniyê dûra dinyayê ye[1].

Stêra ji stêrcotê ya geştir xweyî germiyeka 22.400 K a li ser rûyê xwe ye û ew xweyî geşiyeka 13.500-carî ya rojê ye. Eşkêla wê 7,8-car ya rojê ye û giraniya xwe 11-car ya rojê ye. Stêra zenûntira stêrcotê xweyî germiyeka 18.500 Ka li ser rûyê xwe û geşiya xwe 1.700-carî ya rojê ye. Eşkêla wê 4-car ya rojê ye û giraniya wê ji 7-carî ya rojê hindikekî kêmtri e.[2]

Çima ku Spica nêzika eklîptîk e, ew dikar ji hêla hîv û carcara gerstêrk ve bê pêşî lê girtin. Cara paşin 10'ê kewçêrê 1783'a de ji hêla Gelawêjê pêşî lê hat girtin û ew ê carekî din 2'ê rezberê 2197'a dîsa ji hêla gelawêjê ve pêşî lê bê girtin[3].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b http://stars.astro.illinois.edu/sow/spica.html
  2. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 kanûna pêşîn 2008 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 tebax 2012{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://s3.amazonaws.com/gunther-konnen/documents/55/1981_OccStarPlan_JBAA.pdf?1292778579[girêdan daimî miriye]