Soghomon Tehlirian
Soghomon Tehlirian (bi ermenî: Սողոմոն Թեհլիրյան) (z. 2'ê avrêlê 1897 li Pakarij nêzîkê bajarê Erzingan – m. 23'ê gulanê 1960 li DYE) Ermeniyê ku wezîrê karê hundirîn ê Osmaniyan û birêvebirê Nîjadkujiya ermeniyan Talat Paşa li paytextê Elmanya Berlînê kuştiye ye.
Soghomon Tehlirian | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 2 nîsan 1896 |
Mirin | 23 gulan 1960 San Francisco |
Cihê goristanê | Ararat Massis Armenian Cemetery |
Hevwelatî | Împeratoriya Osmanî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Partiya Siyasî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tehlirian di komkujiya Ermeniyan de hemî malbat, xizm, heval, bi gotina wî "jiyana xwe" winda dike. Ji aliyê leşkerên Tirkan ve bi giranî tê birîndarkirin. Bi rêwîtiyeke dûr û dirêj xwe digihîne Elmanya. Bi serê xwe kuştina Talat Paşa organîze dike û bicihtîne.
Tehlirian di dadgehê de komkujiyê radixîne berçav û berevaniyeke dîrokî û mirovî dike. Dadger wî serbest berdidin. Di 23'ê gulanê 1960an da li DYE jiyana xwe jidestdide.