Sobe, (ji osmanî: soba < macarî: szóba, < almaniya navendî: Stuba (odekî germ)) alava germkirinê ye. Li ser sobeyê xwarin tên çêkirin. Hin sobe hene wekî argûn jî tên bikaranîn. Gelek cureyên sobeyê hene lê niha roj bi roj hejmara wan kêm dibin lewra germîker (kalorîfer) û radyatorên bi gaz û elektrîkê dixebitin pêşdikevin.

Sobeyek li dêrê
Sobeyên nipnû li Amedê

Li Kurdistanê pirr tên bikaranîn. Kurdistan bi giranî welateke çiyayî ye. Avhewaya wê sar û berfî ye. Zivistanên Kurdistanê sar in. Bi taybetî li herêmên Serhed, Dêrsim, Xerzan, rojhilatê Kurdistanê, deşta Rewanê bêî sobeyê nabe. Li Kurdistanê di sobeyan de dar, sergîn û komir (rêjî) tên şewitandin.

Sobeyên klasîk ji borî, bindanka sobeyê, arkolk (maşe) pêk tên. Niha bi dehan cureyên wê hene. Li Kurdistanê pirranî sobeyên ku wekî argûn jî tên bikaranîn hene. Ango cihê pijandinê heye di van sobeyan de.