Slav komeke gelan e ko li goreyê zimanên xwe ji gelên hind û Ewropa dihên hesibandin û li rojhilat û navenda Ewropayê dijîn. Rûs, Polon, Çek, Serb, Ûkraynî, Belarûsî, Bulgar, Slovak û Kroat ji Slavan in.

Belavbûna gelên slavî li gorî zimanên xwe

Mecar û Roman demeke dirêj e bi Slavan re dijîn, lê ew ne Slav in. Di nav Slavan de, Rûs gelê herî gelek in, pişte re Polon û Ûkraynî tên. Rûs, Belarûsî û Ûkraynî wekî Slavên rojhilatî, Polon, Çekyayî û Slovak jî wek Slavên Rojavayî dihên navandin. Kroat, Serb, Bosniyayî û Bulgar Slavên Başûr in. Lê, Slavên bakurî tune ne.

Zimanên slavî nêzî hev in. Serb, Bosniyayî û Kroat zimanên xwe cida dibînin, hin zimannas wan zimanên hevşêwe mile û wekî zimanên Serbo-kroatî dibînin. Zimanên slavî wekî zimanên zikmakî ji aliyê 400 milyon kesan ve dihên axaftin.

Çavkanî biguhêre