Singara (bi yewnanî: τὰ Σίγγαρα, tà Síngara)[1] keleheke li bakurê Mezopotamyayê bû, ku demekê ji hêla romê ve hat dagirkirin wekî koloniyeke pêşkeftî ya li dijî farisan. Ew kampa legio I Parthica bû. [2]

Singara di nexşeya Peutinger de, kopiyeke ji serdema navîn

Cih biguhêre

Cihê Singara ji hêla nivîskarên kevnar ve li başûrê rojhilata Nisebînê hatiye diyarkirin. Stephanusê bizansî jê re bajarekî Erebistanê gotiye û Betlemyûsî ew li ser Dîjleyê bi cih kiriye.[3] Lêbelê, şik tune ye ku ew û çiyayê nêzîkê wê (ὸ Σίγγαρας ὄρος, Ò Síngaras óros)[4] pêşiya Şingalê nûjen û Çiyayê Şingalê li Iraqê îroyîn bû.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Cassius Dio, XVIII.22.
  2. ^ Account of Legio I Parthica at livius.org, ji orîjînalê di 3 çiriya paşîn 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 adar 2020
  3. ^ Claudius Ptolemaeus, Geographia V.18.9.
  4. ^ Claudius Ptolemaeus, Geographia V.18.2.