Seyithan Durmuş berniyas bi Bavê Baran, çalakdarê siyasî û karkerê kurd bû.

Seyithan Durmuş
PîşeÇalakdarê siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyana wî biguhêre

Çalakdariya wî ya siyasî û mirina wî biguhêre

Ew di sala 1994an de li nêzîkî Anêrê bi tevahî sê gundiyên temendirêj ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kuştin. Zewicî bû û xwedî çar zarokan bû. Lawê Evdilbaqî û Sekîneyê ye. Bavê Baran ji beriya 12ê Îlonê (12 Îlon 1980, Cuntaya leşkerî ya Tirkiyê) heya roja mirinê herdem ji bo kurd û Kurdistanê têkoşiyaye. Herwekî karker bû. Li Erebistana Siyûdî, Fransa, Germanistan hwd bi salan dima û aboriya malbata xwe bi rê ve dibir.

Piştî hatina PKKê ya herêmê têkiliya wî bi wan rê çêbû. Wekî mîlîs kar dikir. Li nêzîkî gundê xwe tevahî sê mîlîsên gundên cîran dicivin. Ji babirokên artêşa tirk tên gulebarankirin û hemî bi hev re jiyana xwe ji dest didin. Artêşa tirk leşên wan xirab dike û cenazeyên wan nade malbatên wan. Li nêzîkî baregeheke artêşa tirk, li bajarê Mûşê meytên wan tên veşartin.

Çavkanî biguhêre