Sema Yüce (1971 Dûtax, Agirî - 17ê hezîrana 1998), gerîla û çalakvaneke siyasî ya kurd e.

Sema Yüce
Jidayikbûn1971
Mirin17ê hezîrana 1998an (27 salî)
Sedema mirinêÇalakiya xweşewatê
EsilKurd
PîşeÇalakvan
Partiya SiyasîPartiya Karkerên Kurdistanê
biguhêreBelge

Jiyana wê biguhêre

Sema Yüce di sala 1971ê de li gundê Qerxelixa Şêx Remezan a ser navçeya Dûtax a Agirî yê ve ji dayika xwe re bûye. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navendî li Dûtaxê û dibistana lîseyê li Agiriyê xwendiye. Di sala 1989an de di Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngehê Teknîk a Rojhalata Navîn a Enqerê qezenc kir û diçe Enqerê. Li vir wî bi xwendekarên welatparêz re dicive û beşdarî xebata ciwanên YCKê bûye. Di sala 1991an de ji ber zextê dewleta tirk dest ji xwendina zanîngehê berdide û diçe Mêrdînê û li wir tevlî rêxistina PKKê bûye.[1]

Beşdarbûna PKKê biguhêre

Sema Yüce di sala 1991an de li Mêrdînê tev li refên PKKê dibe. Yuce piştî demekî mayîna li herêma Mêrdînê, ji bo perwerdeyê derbasî Akademiya Mahsum Korkmaz dibe. Li Akademiya Mahsum Korkmaz cara yekem Abdullah Ocalan nas dike û nirxandina Ocalan a ‘Mîlîtanên herî baş mirovên ku bikaribin xwe bi rêxistin bikin e’ ji xwe re dike hêman, di sala 1992yan de bi komek hevalên xwe re berê xwe dide Eyaleta Serhedê.[2]

Hêsîrgirtina wê biguhêre

Yüce li Serhedê xebatên aktîv dide meşandin û piştî demekî ji bo xebatên rêxistinî derbasî bajarê Agiriyê dibe, piştî sê mehan li ser îxbarekî tê girtin. Yüce piştî lêpirsîneke dirêj, derdikeve pêşberî dadgehê û ji ber parastina siyasî 22 salan ceza lê tê birîn. Destpêkê wê dişînin Girtîgeha Nevşehirê û piştî Nevşehîrê sirgûnê Girtîgeha Çanakkaleyê dibe.[2]

Çalakiya wê biguhêre

Sema Yüce piştî şeş salan li girtîgehê dimîne, li dijî girtina Abdullah Ocalan, di sala 1998an de xeta Zîlan ji xwe re dike bingeh û li dijî esaret, înkar û tunekirinê di 21ê adarê de bedena xwe dide ber agir. Sema Yüce piştî dermankirina 80 rojan a li Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ya Stembolê, di 17ê hezîranê de ji ber xweşewatê jiyana xwe ji dest da.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Gazetesi, Yeni Yaşam (16 hezîran 2019). "Ateşten yaratılan bir yaşam". Yeni Yaşam Gazetesi (bi tirkî). Ji orîjînalê di 25 îlon 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 10 nîsan 2020.
  2. ^ a b c "Sema Yuce bi agirê bedena xwe ji îxanet û komployê re bû bersiv | | E-Rojname" (bi îngilîziya amerîkî). 17 hezîran 2019. Ji orîjînalê di 11 nîsan 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 nîsan 2020.