Selahedîn Fireydûnê Zerkûb ê Qonyewî (bi farisî: صلاح‌الدین فریدون قونوی زرکوب) yek ji mirîd û xelîfeyê yekê yê Celaledînê Rûmî bû. Selahedîn li destpêkê yek ji mirîdên Birhanedînê Tirmizî bû. Wî ji bo heyama 10 salan, ji sala 647ê heta 657ê mişextî Mewlana kir şeydayê xwe. Vê yekê agirê hesadeteka mezin di nav mirîdên wî da hilkir. Mewlanayî nêzîkî 70 qesîdeyên dîwana xwe ya mezin Dîwana Kebîr bi navê wî pîroz kirine.

Selahedîn li sala 657ê mişextî nesax kevt û li heyva Miherrema wê salê çû ber dilovanîya Xudê. Piştî mirina wî, Hisamedînê Çelebî bû xelîfeyê Mewlanayî.

Nivîsarên girêdayî vê nivîsarê biguhêre