Samî Tan

Nivîskarê kurd

Samî Tan lêkolîner û nivîskar e. Tan niha Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye û nivîskarê Azadiya Welat e.

Samî Tan
Jidayikbûn1965
Semsûrê
PîşeNivîskar û zimannas
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jînenigarî biguhêre

Samî Tan di sala 1965'an de li gundê bi navê Axçelî yê bi ser navçeya Kolikê ya Semsûrê ve hatiye cîhanê. Lê di nasnameyê de ev agahî bi awayekî din in. Samî Tanî dibistana seretayî, navincî û amadehî li Mêrsînê kuta kiriye. Piştre li Zanîngeha Bosforê ya Stembolê beşa dîrokê xwendiye, lê nebiriye serî. Niha li Zanîngeha Stembolê Beşa Ziman û Wêjeya Farisî û Beşa Zimannasiyê bi hev re dixwîne.[çavkanî hewce ye] Di sala 1993'yan de li Rojnameya Welat dest bi xebatê kiriye. Her wiha di rojnameyên mîna Welat, Welatê Me, Özgür Ülke, Dicle Haber Ajansı û Azadiya Welat de wekî edîtor, berpirsê karên nivîsaran û gerînendeyê giştî xebitiye. Du dewreyan serokatiya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê kiriye. Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî dest bi xwendina masterê kir.Her wiha nivîsên wî ji bilî van weşanan di Kovara Zend, Jiyana Rewşen, Avaşîn de hatine weşandin. Wî ligel Zana Farqînî û Hasan Kaya namilkeyek bi navê Em Zimanê Xwe Binasin amade kiriye.[çavkanî hewce ye]

Berhem biguhêre

Werger biguhêre