Salih Yusivî (z. 1918an li Zaxoyê - m. 25ê pûşpera 1981ê li Bexdayê, Îraq) siyasetmedar û nivîskarekî kurd bû.

Salih Yusivî
Navê rastî
صالح اليوسفي Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûnkanûna paşîn 1918 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin25 hezîran 1981 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Bexda Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Kurdistan Socialist Democratic Party Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hêj Salih Yusivî biçûk bû bavê wî çû ber dilovaniya Xwedê û dayika wî ew mezin kir. Ew neviyê şêx Yusivê Zaxoyî ye. Xwendina xwe ya destpêkê li Bamernê temam kir, xwendina amadeyî li sala 1938'ê li amadeyî ya Al.el. Beyt li Bexdayê temam kiriye. Weke mamosta li nahiya Herîrê, li başûrê Kurdistanê hate erkdarkirin û piştî hingê careke din vegeriya Bexdayê û li kolîja zanstên Şerî'etê ji sala 1942-43 xwendiye. Helbet, Yusivî gelek hest bi derd, zulim û azarên gelê xwe dikir, ku ji aliyê rejîma Iraqê ve dihate kirin. Lewra her di xortaniya xwe de dest bi karê siyasî kir, û ji ber wê çendê gelek caran dihat çavdêrî û destgîr kirin. Gelek caran ketiye silûlên zîndanên takekesî yên rijîma Iraqê. Di sala 1947an de dîsa hate girtin û vê carê li bajarê Hille li jêriya Iraqê, hate dûrwelatkirin. Paşî hate berdan û di sala 1949an weke nivîser li dadgeha Şengalê hate qebûlkirin û paşî veguhaste bajarê wî, Zaxoyê.

Jiyan a wî ya siyasî pir e ji bûyeran. Gelek bi nihênî ji bo şoreşa Kurd kar dikir heta beyana 11ê adara 1970an. Di karê xwe yê ramiyarî de û di xortaniya xwe de li sala 1936an rêkxirawa "Brûsik"ê saz kir û li sala 1939an partiya "Hîwa"yê saz kir û ev partî li sala 1944an têkçû û li cihê wê partiyeke nû bi navê "Rizgarî Kurd" damezirand. Li sala 1946an di kongreya xwe de bi tevayî biriyar dan ku bigehin PDKê.

Li serdemê şoreşa tîrmeha sala 1958an, Yusivî berpirsê liqa yekem ya PDK li wîlayeta Mûsilê bû. Di sala 1960an de peywendiyên rejîma Qasimî û Kurdan têkçûn û navê Yusivî li serê lîsteya navên berbendkirî bû.

Peykerê Salih Yûsivî li bajarê Zaxoyê

Postên fermî biguhêre

Piştî beyana 11'ê adara sala 1970î Yusivî ev karên han dan ser milên xwe:

  1. Li 29'ê adara sala 1970yî bû wezîrê dewletê.
  2. Bibû cîgirê serokê komîteya dostane ya Îraq-Soviyetê.
  3. Bibû serokê liqê pêncê yê PDK li Bexdayê.
  4. Bibû serokê yekîtiya nivîserên Kurd.
  5. Bibû serokê komeleya rewşenbîriya Kurd.
  6. Bibû gerînendeyê kovara "Roja Kurdistanê", bi herdu zimanan Erebî û Kurdî.
  7. Serokê kovar "Stêr", ya bi zimanê Kurdî.
  8. Endamê komîte û encumena hevkarî û aştî ya cîhanê.
  9. Endamê komîte û encumena hevkarî û aştî ya Îraqê.
  10. Berpirs û çavdêrê yekîtiya xwendevanên Kurdistanê.
  11. Berpirs û çavdêrê sendîkayên karkerên Kurdistanê.

Karê rojnamevanî biguhêre

Yusivî hozanvan û nivîser jî bû. Bû gerînendeyê rojnameya

  1. Birayetî
  2. Kovara Stêr
  3. Nûserî Kurd

Di hezîrana 1981ê de bi destê rejîmê bi nameyeke bombekirî li Bexdayê hate kuştin û termê wî di 25ê hezîrana 1981ê de bi komeleke mezin anîne Zaxoyê û li wir hate veşartin.

Belgefîlmek[zelalkirin hewce ye] li ser kar û xebat û bizavên wî yên ramiyarî-rewşenbîrî hatiye çêkirin ku ev belgefîlm di 17ê adara 2024an di kanala K24ê de hate weşandin.

Çavkanî biguhêre