Salih Demîcer

nivîskarê kurd

Salih Demîcer Çîroknivîs, rojnamevan, wergêr û nivîskarekî kurd e.

Salih Demîcer
Jidayikbûn8ê adara 1972an (52 salî)
Kobanî, Heleb
PîşeNivîskar, Rojnamevan
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
HevwelatîSûriye, Amerîka
Şêweyê wejêyîÇîrok, helbest
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Ew di 8'ê adarê sala 1972 an de li gundê Şêranê yê girêdayî Kobaniyê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe ya seretayî û navendî li gundê Şêranê û lîseya xwe jî li bajarê Kobaniyê, bi dawî kir.

Li dawiya sala 1991an de, Demîcer berî xwe da Libnanê û li zanîngeha wê dest bi xwendina Zanista Siyasî kir.

Di destpêka sala 2007an de ta sala 2012an jî, wî karê pêşkêşkevaniyê di bernameya " Down Town "a Kenala Kurdistan TV kir.

Ji sala 2012 an ve ew li Amerîkayê dimîne. Niha jî di Radyoya Dengê Amerîka de karê xwe yê rojnemavaniyê dike.

Salih Demîcer di sala 1990î de dest bi nivîsîna helbestê kir, lê piştî demek ne dirêj wî berê xwe da nivîsîna kurteçîrokan.

Di sala 2002an de, wî berhevoka xwe ya yekem a kurteçîrokan bi navê Sozne ji Berfê li Beyrûtê çap kir. Berhevoka duyem jî, di sala 2006an de bi navnîşana Dilkoçerê Sirûcê li Şamê hate çapkirin.

Salih Demîcer xwe ji wergerê jî bê par nehêlaye. Wî li dawiya sala rabirdûyî de-2019- pirtûka nivîskarê ereb ê navdar Cibran Xelîl Cibra a bi navnîşana Baskên Şikestî wergerandiye kurdî.

Çavkanî biguhêre