Sala Nû ya Çînê (bi çînî: 春节, Chūnjié) mîhrîcaneke girîng a Çînê ku di destpêka salnameya kevneşopî ya heyvrojê ya çînî da tê pîrozkirin. Pîrozbahî ji êvara roja yekem dest pê dike û heta 15ê meha yekem berdevam dike. Roja yekem a sala nû di navbera 21ê kanûna paşîn û 20ê sibat ê da, gorî heyva nû tê tespîtkirin.

Sala Nû ya Çînê
  • Bûyera salane Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Dema sala nû ya Çînê

Mîhrîcana Sala Nû xwedî paşînek sedsalî, mîtolojî û kevneşopiyên cûda ye. Mîhrîcan ji bilî Çînê, li welatên ku çînî tê da hene jî tê pîrozkirin. Ango li Hong Kong, Macau, Taywan, Singapûr, Taylenda, Kamboçya, Îndonezya, Malezya, Maurîtius û Fîlîpînê jî tê pîrozkirin. Sala nû ya Çînê ji hêla çîniyan ve wekî betlaneyeke girîng tê hesibandin.


Çavkanî biguhêre