Sakîna Teyna ango Sakîna (jdb. 1973, li Gimgim) stranbêj, rojnamevan û nivîskareke kurd e.

Sakîna Teyna
Sakîna Teyna, 2012
Jiyan
Jidayikbûn1973
(Gimgim)
Cureyê muzîkêMuzîka etnîk a kurdî
PîşeSolîst
Malperwww.sakinateyna.com
biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Sakîna di zarokatiya xwe de bala xwe dide muzîkê û di ciwantiya xwe de perwerdehiya muzîkî û ya dengê distîne. Di salên 90'î de ew dibe endama Navenda Çanda Mezopotamyayê û bi vî rengî dest bi kariyera muzîkê dike. Li ser navê navendê tevlî gelek bernameyên welêt dibe. Wek hemû endamên navendê, ew jî ji ber gotinên stranên xwe yên bi kurdî rastî zext û zordariyên dewletê tê, ji ber ku di wan salan de ziman û hunera kurdî bi tevahî qedexe ye. Ji ber zext û zordariya li ser nasnameya kurd hinek rêhevalên wê yên hunermend tên kuştin.

Li dijî vê tahlûkeyê Sakîna dev ji muzîkê bernade û hunera xwe bi konserên îllegal dimeşîne - ta ku neçar dimîne û mecbûr dibe ji zext û zordariya dewleta tirk bireve. Heya demekê wê jiyan û xebata xwe li Ermenistanê meşand, piştre derbasî başûrê Kurdistanê dibe û wek aktîvîsteke azadiyê şoreşa xwe ya hunerî li wir didomîne.

Piştî çend salan ew koçî Viyana, Awistriyayê dike û hê jî jiyana xwe li wir dimeşîne.

Stîla wê ya muzîkê biguhêre

Sakîna û hevalên wê yên hunermend bi muzîka kurdî û teknîkên eksperîmantel  sentezeke di nava kevneşopî û modernîteyê de didamezirînin. Ew li ser şopa çanda xwe muzîka kurdî ji nu ve keşf dikin û bi awayeke cûda tînin ziman.

Bi heman armancê Sakîna digel jinên din ên kurd koma Trio Mara ava kir. Kom hewl dide ku stranên jinên kurd ji nu ve û bi cûreyeke nujên bigihêje guhdarvanan.

Ji bilî konserên cûr bi cûr ew pir caran tevî xebatên şano û pirtûkan jî bû û bi stran xwendinê dengê xwe da ew xebatan.

Yek ji armancên wê ev e ku bi stranên xwe dîmeneke hunerî ya welatê xwe ji beyaniyan re pêşkêş bike. Bi melodiyên xwe yên kûr ew êş û hêviyên gelê xwe tîne ziman.

Strana herî nas a Sakîna strana 'Bêrîtana min' e û li ser şoresgera kurd Bêrîtan hatiye nivîsandin. Ev stran ji bo yekemîn fîlma gerîlayan hatibû bikaranîn û bi carekê ve kete bîr û dilê guhdarvanan.