Republic of South Sudan (en)
Komara Sûdana Başûr (ku)
Ala Sûdana Başûr Nîşana Sûdana Başûr
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: "Justice, Liberty, Prosperity" "Dadwerî, Serxwebûn, Xweşî"
Sirûda netewî: South Sudan Oyee!
Zimanên fermî Îngilîzî


Zimanên nefermî Hemû zimanên herêmî (erebiya cuba, bendî, zande)
Paytext Cuba
04°51′Bk 31°36′Rh / 4.850°Bk 31.600°Rh / 4.850; 31.600
Bajarê mezin Cuba
Sîstema siyasî Federatîf Komara Demokratîk a Serokatiyê
 - Serok
 - Alîkarê Serok
Salva Kiir Mayardit
Riek Machar
Rûerd
 - Giştî

619.745 km2
Gelhe
 - Giştî (2008)
 - Berbelavî

8.260.490 kes
16,94 kes/km2
Serxwebûn - 6ê kanûna paşîn 2005 ji Sûdanê
- 9ê tîrmehê 2005 Xweserî
- 9ê tîrmehê 2011 Serxwebûn
Dirav Poundê sûdanî (SDG)
Dem UTC+3
Nîşana înternetê .ss (li benda pejirandinê ye)
Koda telefonê +211

Komara Sûdana Başûr, welatekî Afrîka ye û li baniya tejaneya çemê Nîlê dimîne. Li rojhilatê wê Etiyopya, li rojava Komara Afrîkaya Navend, li bakur Sûdan û li başûr jî Kongoya Demokratîk, Ûganda û Kenya heye. Paytext û bajarê wê yê herî mezin Cuba ye.

Ji ber sedemên pevçûnên etnîk û olî yên navxweyî biryar hate dayîn ku welatê Sûdanê bibe du beş. Lewma di sala 2005an de piştî şerê duyemîn ê naxweyî Başûrê Sûdanê bû herêmeke xweser. Piştî referanduma 11ê kanûna paşîn a 2011an biryara serxwebûnê hate dayîn. Herî dawî 9ê tîrmeha 2011an Sûdana Başûr bû welatê 193an ku endamê Neteweyên Yekbûyî ye. Ev serxwebûn ji aliyê rêveberiya Sûdanê ve jî tê pejirandin.

Dîrok biguhêre

Heta dema destpêka rêveberiya Misirê ya salên 1820an ti belgeyên berfireh ên di derbarê dîroka Sûdanê de nîn in. Tê texmînkirin ku mirovên Nîlî, (Dînka, Şîluk, Nuer) di sedsala 10an de hatine vê herêmê.

Di navbera sedsalên 15 û 19an de koçên hozan ên mirovan ji herêma Behra Xezalê bû sedem ku gelên di roja îroyîn de bi awayê niha niştecih bibin. Mirovên ne-Nîlî, Azande di sedsala 16an de hatine Sûdanê û bajarê herî mezin ê herêmê avakirin. Mirovên Azande niha gelê sêyemîn qelebalix ê welat e. Mirovên Azande li Marîdî, Yambiyo, Tambura û rojavayê Behra Xezalê dijîn. Têkiliyên Azandeyan bi cîranên wan , (Moro, Mundu), re ne baş in.

Azande di sedsala 19an de bi Fransî û Belçikiyan re şer dikin. Cara pêşî Misirî li vir koloniyan ava dikin. Di bin rêveberiya Mihemed Elî Paşa de parêzgeha Ekvatorya tê avakirin.

Li Sûdanê ji rêveberiya Misirê Samuel Baker (en) (1869), Charles George Gordon (en) (Gordon Paşa) (1874) û Emin Paşa (en) (1878) serwertî kirine. Serhildana Mihemed Ehmed (en; ar) ya di salên 1880an de helişt ku geşbûna parêzgeha Ekvatorya (en; ar) bisekine û agirbestek bi rayedarên Misirî re çêkir (1889). Navçeyên girîng ên Ekvatorya Lado, Gondokoro, Dufîle û Wadelaî ne.

Di sala 1947an de Brîtanya hêvîdikir û bi Konferansa Jubayê (en) Bakur û Başûr Sûdanê bike yek. Di referanduma 2011an de 98,83% ê gel ji bo serxwebûnê dengê erê bikaranî.[1] Hê jî gengeşiya herêma Abyeî didome. Mirovên vê herêmê jî wê biryara tevlîbûna bakur an başûr bidin.[2]

 
Çiyayên Nuba (ar; en)

Polîtîk biguhêre

Federedewlet Gelhe Paytext
Ekuatoryaya Navend 1.103.592 Cuba
Ekuatoryaya Rojhilat 906.126 Torit
Jonglei 1.358.602 Bor
Lakes 695.730 Rumbek
Behra Xezala Bakur 720.898 Aweil
Nîla Jor a Rojava 585.801 Bentiu
Nîla Jor 964.353 Malakal
Warrap 972.928 Kwajok
Behra Xezala Rojava 333.431 Wau
Ekuatoryaya Rojava 619.029 Yambiyo

Erdnîgarî biguhêre

Sûdana Başûr di navbera 3°, 12° firehiya bakur û 24°, 36° dirêjahiya rojhilat de cih digire. Welat bi daristanên tropîkal, zozan û mêrgên fireh wekî nebatê nixumandî ye. Çemê Nîl a Spî, ku beşeke ji Çemê Nîlê ye û yek ji du çemên sereke yên Nîlê ye, ji Sûdana Başûr derdikeve. Welat ji aliyê erdnîgarî ve, li rojava li Bahr-el Gazel, li başûr herêmên Ekvador û Bahr-el-Jebel, li bakur Nîl a Jorîn, li rojhilat Jonglei û li navendê bi herêma Golan ve hatiye dabeş kirin.

Sûdana Başûr xwedî qadên xwezayî yên mezin ên ku di bin parastinê de ne. Jîngeha 2yemîn a devera herî mezin a jîngeha çolê û ya cîhanê ye. Welat di warê jiyana xwezayî ya dewlemend e. Parka Neteweyî ya Boma, Qada şilek a Sudd û Parka Neteweyî ya Başûr ku li nêzî sînorê bi Komara Demokratîk a Kongoyê ye, xwedî jîngeheke xwezayî ye. Bi gelek cureyên çûkan ên li parka neteweyî û deverên mêrg-daristanê, nifûs û qada koçberiyê ya antlopên Afrîkî heye. Li van qadan ajalên wekî şêr, buffalo, fîl, meymûn, Hespkovî û giraf jiyan dikin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Over 99 pct in Southern Sudan vote for secession - USATODAY.com". usatoday30.usatoday.com. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.
  2. ^ "South Sudan referendum: 99% vote for independence". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 30 kanûna paşîn 2011. Roja gihiştinê 27 kanûna pêşîn 2021.

Girêdanên derve biguhêre