Sámî (navê berî lapon), gelekî ku li bakurê dûr ê Ewropayê, li Norwêc, Swêd, Fînlendayê û herêma Kolayê ya Rûsyayê dijî. Navê welatê sámî Sápmi ye. Gelheya sámiyan di navbera 85.000 û 100.000î de ye. Zimanê wan sámî (bi sámî: sámegiella) ye. Sámî, li Norwêcê wekî norwêcî, zimanekî fermî ye. Li Samîlendayê, di navbera 22 gulan û 23 tîrmehê de roj qet naçe ava. Ji ber vê yekê, jê re "welatê roja nîvê şevê" jî dibêjin.

Malbateke samiyan a li Norwêcê, salên 1900'î.