Russel Alan Hulse (jdb. 28ê çiriya paşîn a 1950an li New York) Yek ji fîzîknasên navdar ên DYAyê ye. Bi tevî Joseph Hooton Taylor Jr. sala 1993 guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin.

Russell Alan Hulse
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
University of Massachusetts Amherst (en)
Cooper Union (en)
The Bronx High School of Science (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Karder
Zanîngeha Princetonê (en), University of Texas at Dallas (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Qada xebatê
Endamê
American Association for the Advancement of Science (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêwirmendên doktorayê
Xelat
Fellow of the American Association for the Advancement of Science (en)
Fellow of the American Physical Society (d)
Xelata Nobelê ya Fîzîkê ()Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Jînenîgarî biguhêre

Wî li dibistana bilind a Bronx High School of Science û koleja taybet Cooper Union perwerde dîtiye. Piştî bidawîkirina perwerdeya amadeyî û bilind, li Amherstê di Zanîngeha Massachusetts de dixwîne.

Sala 1975 zanîngehê bidawî dike lê hêj xwendekar e, sala 1974 bi tevî Joseph Hooton Taylor li Arecibo-Observatorium gelek keşfan li ser kişandina girseyê û pûlsaran dikin. Ev xebat ji wan re sala 1993ê Xelata Nobelê tîne.

Piştî zanîngeh û xwendina doktorayê 2 salan li National Radio Astronomy Observatory a li bajarê Charlottesville a federedewleta Virginia ye dixebite. Piştre sala 1977 xwe ji bo laboratûara bi navê Plasma Physics Laboratory ya Zanîngeha Princeton dinivîsîne. Lewra ew pêderdixe ku di beşa astronomiyê de derfetên kariyerê ne zêde ye.

Ji sala 2003 ew herwiha li Dallasê di Zanîngeha Texas de wekî dersdarê mêvan dixebite.