Roma (bi îtalî: Roma) paytexta Îtalyayê ye ku di heman demê de serbajarê herêma Lazyoyê ye. Bajêr 2.860.009 şênî li bi belavbûna 1.285 km² yê Roma komuna herî qerebalix a Îtalyayê û ji hêla nifûsê di nav sînorên bajêr de sêyem bajarê herî qerebalix ê Yekîtiya Ewropayê ye.[1] Roma li beşa navendî rojavayê Nîvgirava Îtalî, di nav herêma Lazyoyê (Latium) de, li ser peravên Çemê Tîberê hatiye avakirin. Bajarê Vatîkan (welatê herî biçûk ê cîhanê) ku welatekî serbixwe ye di nava sinorên bajarê Romayê de ye ku tenê mînaka heyî ya welatekî ye ku di nava bajarekî de hatiye damezrandin. Roma ji ber cihê xwe yê erdnîgarî bi gelemperî wekî Bajarê Heft Giran û hinek caran jî wekî "Bajarê Timheyî" tê binavkirin. Roma bi gelemperî wekî "dergûşa şaristaniya rojavayî û çanda xiristiyan" û navenda Dêra Katolîk hatiye hesibandin.

Roma
  • Bajar
  • Paytext

Ala

Mertal
Bernavk:
la città eterna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Roma li ser nexşeyê
Map
Roma li ser nexşeya Îtalya nîşan dide
Roma
Roma
Koordînat: 41°53′35″Bk 12°28′58″Rh / 41.89306°Bk 12.48278°Rh / 41.89306; 12.48278
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletÎtalya, Dewleta Papayî, Kingdom of Italy, Ostrogothic Kingdom, Împeratoriya Bîzansê, Keyaniya Îtalyayê, Keyaniya Romayê, Roman Republic, Împeratoriya Romê, Împeratoriya Romê ya Rojava, Vatîkan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Paytexta
Dema avabûnêc. 21 nîsan 753 b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerRomulus, Remus Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rêvebir
 • ŞaredarRoberto Gualtieri (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 1287,36 km² (2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Bilindahî
21 m Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
2.748.109 (2023) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê06 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Nîşana wesayîtêRM Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malpercomune.roma.it Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dîroka Romayê 28 sedsal e. Bi vegotina mîtolojiya Romayê ku damezrandina bajêr li dora 753 b.z. de vedibêje, niştecih bûna Romayê pir kevintir e ku nêzîkî sê hezar sal e bajêr bûye niştecihek sereke ya mirovî û yek ji kevintirîn bajarên Ewropayê ye ku bi domdarî mirovan li bajêr jiyan xwe berdewam kirine. Nifûsa destpêkê ya bajêr ji tevliheviya Latînî, Etrûsk û Sabineyiyan pêk dihat. Di dawiyê de bajar li pey hev dibe paytexta Padîşahiya Romayê, Komara Roma û Împeratoriya Romayê ku ji aliyê gelek kesan ve wekî yekem bajar û metropolê Împeratorî tê dîtin. Bajêr ji aliyê helbestvanê romî Tibullus ve di sedsala 1ê berî zayînê yekem car bi navê Bajarê Timheyî (bi latînî: Urbs Aeterna; bi îtalî: La Città Eterna) hate binavkirin û ev nav ji aliyê Ovid, Virgil û Livî yê ve jî hatiye xwedîderketin. Navek din ê bajêr jî "Caput Mundi" ye ku wateya "Paytexta Cîhanê".

Etîmolojî biguhêre

Li gorî efsaneya damezrandina bajarê Romayên kevnar, navê Roma ji damezrînerê bajêr û padîşahê yekem Romulus hatiye.[2]

Lê dibe ku navê Romulus jî ji navê Romayê hatiye wergirtin ku di roja îro de jî di warê mitolojiya nav de tevlîheviyeke heye. Di sedsala 4an de, teoriyên alternatîf li ser koka navê Romayê hatine pêşniyar kirin. Çend hîpotezên ku li ser kokên nav ya zimanî disekinin hatine pêşve xistin ku ne diyar in:

  • Peyva Romon yan jê Romen ku navê kevnar a Çemê Tîberê ye ku di encamê de bi lêkera yewnanî ῥέω (rhéō) ku tê wateya "herikîn"ê û bi lêkera latînî ya ruō ku bi "lezandin" yan jî "bazdan"ê ve girêdayî ye;
  • Peyva Etrûskan 𐌓𐌖𐌌𐌀 (ruma) ku koka navê *rum-"teat" e ku bi referansa mûhtemel yan gurê totem ê ku cêwîyên bi navê Romulus û Remus qebûl kiriye û şîr daye, yan jî navên Girên Palatîn û Aventînê ye ku tîne bîranîn.
  • Peyva yewnanî ῥώμη (rhṓmē), ku tê wateya hêzê.

Dîrok biguhêre

Serdema herî pêşîn biguhêre

Digel ku ji nêzikî 14.000 sal berê vedîtinên delîlên arkeolojîk ên bicihkirina mirovan li herêma Romayê hatine dîtin, tebeqeyên girsê bermahiyên pir ciwanên ji şûnwarên Paleolîtîk û Neolîtîk vedişêre. Delîlên amûrên kevir, dîz û çekên kevirî hebûna mirovan li bajêr bi qasî 10.000 sal berê destnîşan dike. Çend kolandin piştgirî dide dîtina ku Roma ji niştecihên şivanan ên li Girê Palatînê ku li jorê qada Foruma Romayê ya pêşerojê hatiye çêkirin mezin bûye. Di navbera dawiya Serdema bronzî û di destpêka Serdema hesinî de, li ser her girekî di navbera deryayê û Kapîtolê de gundekî hatiye avakirin (li ser Girê Kapîtol, gundek ji dawiya sedsala 14an berî zayînê ve hatiye pejirandin). Lêbelê yek ji wan hêj ne xwediyê kalîteya bajarî bû. Niha lihevhatinek berfireh heye ku bajar hêdî hêdî bi berhevkirina ("sînoesîzm") çend gundên herî mezin ên ku li jora Palatînê hatine avakirin pêşketiye. Bi kombûnê re zêdekirina berhemdariya çandiniyê li ser asta debara jiyanê hêsan dibe ku di heman demê de rê dide damezrandina çalakiyên din ên jiyanê. Ev yek di encamê de, pêşkevtina bazirganiyê bi koloniyên yewnanî yên başûrê Îtalyayê re (bi giranî Iskiya û Komeya) geş dike. Ev pêşketinên ku li gorî delîlên arkeolojîk di berî zayînê de ye di nîveka sedsala heştan de pêk hatine û wekî "rojbûna" bajêr tê dîtin. Tevî kolandinên dawiyên li Girê Palatînê, nêrîna ku Roma di nîveka sedsala heştan a b.z. de hatiye damezrandin, wekî ku efsaneya Romûlûs destnîşan dike wekê hîpotezek dûr dimîne.[3]

Efsaneya avabûna Romayê biguhêre

Çîrokên kevneşopî yên ku ji hêla romayiyên kevnar ve hatine neqilkirin kirin bi xwe dîroka herî kevn a bajarê xwe di warê efsane û mitolojiyê de rave dikin. Di nav van efsaneyan de ya herî naskirî û dibe ku di nav hemê efsaneyên Romayê ya herî navdar, çîroka birayên cêwî Romûlûs û Remûs e ku ji aliyê gurekî ve hatine mijandin û hatine xwedî kirin. Piştî ku her du bira mezin dibin biryar didin ku bajarekî ava bikin. Lê piştî nîqaşê, Romûlûs birayê xwe Remûs dikuje û bajêr navê wî werdigire. Li gorî salixgerên romayî ev bûyer di 21ê nîsana 753 salên b.z. de qewimiye.[4]

Strabo behsa çîrokek kevntir dike ku bajar koloniyek Arkadiyan bû ku bajêr ji aliyê Evander ve hatiye avakirin. Strabo di nivîsên xwe de dinivîse ku Lucius Coelius Antipater bawer dikir ku Roma ji aliyê yewnanan ve hatiye damezrandin.[5][6]

Serdema monarşî û komarê biguhêre

Li gorî efsaneyê piştî ku Romulus bajêr ava dike di destpêkê de bi serwerên ku bi eslê xwe Latînî û Sabînî ne û piştre jî ji hêla padîşahên Etrûskan ve, Roma bi serdemek 244 salan bi pergalek monarşîk hatiye birêvebirin. Ev kevneşopî bi destê heft keyên wekê Romulus, Numa Pompilius, Tullus Hostilius, Ancus Marcius, Tarquinius Priscus, Servius Tullius û Lucius Tarquinius Superbus hatiye birêvebirin.[7]

 
Qesrên kevnarê împeratoriyên Palatînê, rêze qesrên ku li Girê Palatîn cih digirin ku hêz û dewlemendiya împeratoran ji Augustus heya sedsala 4an diyar dikin.

Di sala 509 sala b.z. de romayiyan padîşahê dawî ji bajarê xwe xistin der û komarek olîgarşîk ava kirin. Piştre re li Romayê serdemek nû dest pê kir ku bi şerên navxweyî yên di navbera pratîsyenan (aristokrat) û plebeyan (ku xwediyên axên piçûk bûn) rû dide ku bi şerekî domdar li dijî gelên îtalyaya navendî: Etrûskan, Latînî, Volskî, Aequi û Marsî dewam dike.[8] Piştî ku bû serwerê Latium, li Romayê rê li gelek şeran girt (li dijî Galîyan, Oskî-Samnîtan û koloniya yewnanî ya Taranto ku bi Pîrhus ku padîşahê Epirus re hevalbend bû) ku encama wî dagirkirina nîvgirava îtalyanî bû ku ji devera navendî heya Magna Graesiya dagir bike.[9]

Sedsalên sêyem û duyemê berî zayînê bi sê Şerên Punîk (264-146 BZ) li dijî bajarê Kartacayê û sê Şerên Makedonî (212-168 BZ) li dijî Makedonyayê, hegemonyaya Romayê li ser Deryaya Navîn û Balkanan hate damezrandin.[10] Di vê demê de yekem eyaletên Romayê wekê Sîcîlya, Sardînya, Korsîka, Hispanya, Makedonya, Akhiya û Afrîkaê hatiye damezrandin.[11]

Ji destpêka sedsala 2yemê berî zayînê ve desthilatdarî di navbera du komên arîstokratan de hate dihate kişandin. Optîmat ku nûnertiya beşa muhafezekar a Senatoyê dikin û gelên populerê ku xwe dispêrin alîkariya pleban (çîna jêrîn a bajarî) ji bo bidestxistina desthilatdariyê. Di heman serdemê de îflasa cotkarên biçûk û avakirina avahiyên koleyan ên mezin dibe sedema koçberiyeke mezin ê ber bi bajêr ve. Şerê domdar dibe sedema damezrandina artêşek profesyonel ku derket holê ku ji komarê bêtir dilsozê generalên xwe ne. Ji ber vê yekê di nîvê sedsala duyem de û di sedsala yekem a berî zayînê de hem li derve û hem jî li hindur pevçûn derketin: piştî hewldana têkçûyî ya reforma civakî ya navdarên Tîberiyus û Gaiyus Grakhus û şerê li dijî Jugurtha, şerekî navxweyî bû ku general Sulla ji vê şerê bi awayekî serkevtî derket. Serhildanek mezin a koleyan di bin destê Spartakus de rû dide û piştre jî damezrandina Triyumvêrata yekem bi Kaesar, Pompe û Krassus re pêk tê.[12]

Bidestxistina Gaulayê, Kaesar pir bi hêz û populer kir ku dibe sedema şerê navxweyî yê duyemê li dijî Senato û Pompeyê. Piştî serkevtina xwe, Kaesar xwe wekî dîktatorek destnîşan kir. Kuştina wî dibe sedema Triyumvîratê ya duyem şer navxweyî di navbera Oktaviyan (nevî û mîratgirê Kaesar) Mark Antony û Lepîdus, ku şer di navbera Oktavî û Antonan de dertê.[13]

Serdema împeratoriyê biguhêre

 
     Nexşeya Împeratoriya Romayê ku di sala 117an de, bi qasî 6,5 milyon kîlomêtre çarçik rûerd werdigire û digihîje asta xwe ya herî berfireh.

Di sala 27ê berî zayînê de, Oktaviyan bû princeps civitatis (kesên sereke) û sernavê Augustus wergirtin ku padîşahek diyarşî di navbera prens û senatoyê de damezrandin.[14] Di dema serweriya Neron de, piştî Agirê Mezin a Romayê du ji sê parên bajêr wêran dibe û zilma li dijî xiristiyanên bajêr dest pê dike.[15][16] Roma wekî împeratoriyek de facto hate damezrandin ku di sedsala duyem de di bin desthilatdariya împerator Trajan de gihîştiye berfirehbûna xwe ya herî mezin. Roma wekî caput Mundi, yan jî paytexta cîhana naskirî hate pejirandin ku gotinek berê ya di serdema Komarê de hatiye bikar anîn.[17][18] Di du sedsalên xwe yên pêşîn de, împeratorî ji hêla împeratorên Juliyo-Klaudiyan, Flaviyan (ku di heman demê de amfîtheatreyek binavûdengên ku wekî Colosseum dihatin zanîn jî ava kir) û xanedanên Antonînê ve hate rêvebirin.[19] Ev dem bi belavbûna dînê xirîstiyanî ku ji aliyê Îsa Mesîh ve li Cihûstanê di nîvê sedsala yekem de (di bin desthilatdariya Tîberiyus de) hate ragihandin û ji hêla şandiyên wî ve di nav împeratoriyê û derveyî de hate belav kirin, hate diyar kirin. Serdema Antonîn wek asta herî bilind ê împeratoriyê tê dîtin ku împeratoriyê axa wê ji Okyanûsa Atlantîk heya Firatê û ji Brîtanya heya Misirê berfireh kiriye.[18]

Piştî bidawîhatina Xanedaniya Severan ê di sala 235an de, împeratorî ket nav serdemek 50-salî ya ku bi navê Krîza Sedsala Sêyemîn tê zanîn ku tê de gelek derbeyên generalan hebûn ku van generalan ji ber lawazbûna desthilatdariya navendî ya Romayê dixwestin ku ewlekariya herêma xwe yê ku jê berbirsbûn biparêzin. Ji sala 260an heya sala 274an împeratoriya Galî hebû û ji nîvê salên 260an de serhildanên Zenobiya û bavê wê hebûn ku dixwestin împeratoriya ji êrîşên farisan dûr bixin. Hinek herêm - Brîtanya, Spanya û Afrîkaya Bakur - bi dijwarî jiber tevlîheviyan bi bandor bûn. Ji ber ku hikûmet belavkirina dravê kêm dike ku lêçûn peyda bike, ev yek dibe sedema xirabûna aborî û zêdebûnek bi lez a enflasyonê. Eşîrên alman ên li ser peravên Çemê Renê û bakurê balkanan di salên 250 û 280an de êrişê nekoordînasyonî kirin ku zêdetir dişibiya êrişkarên kom ên mezin. Împeratoriya Farisî di navbera salên 230 û 260an de çend caran ji rojhilat ve êrîş kir lê di dawiyê de têk çûn.[20] Împerator Diokletiyan (284) dest bi ji nûve avakirina dewletê kir û rêvebiriya padîşahiyê bi dawî kir û bi rêveberiya tetrarşîya ku wî dixwest pê hêza dewletê zêde bike destnîşan kir. Taybetmendiya wî ya herî berbiçav destwerdana nedîtî ya dewletê heta asta bajêr bû: desthilatdariyê dema ku ji bajarekî re daxwaza bacê kiribû û destûr dabû ku ew bajêr bacê bide, di dema desthilatdariya wî de daxwaza bacê heta asta gundan hatibû. Bi hewildanek vala wî ji bo kontrolkirina enflasyonê, kontrola bihayê ku nayê dewam kirin bikaranî. Wî yan jî Konstantîn rêveberiya împaratoriyê bi avakirina dioksên herêmî avakir ku bi bingeh de awayê rêvebirina împeratoriyê guherand. Hebûna yekîneyên darayî yên herêmî ji sala 286an ve wekî modelek nûbûniya bêhempa bû. Qeyser pêvajoya rakirina fermandariya leşkerî ji ku waliyan distîne bilez kir. Ji wê demê û pê ve rêveberiya sivîl û fermandariya leşkerî ji hev cuda dibin. Wî zêdetir erkên darayî dan parêzgaran û berpirsiyariya vê sîstemê da parêzgaran ku ev wek hewldanek ji bo ku kontrolkirina sîstema piştevaniya lojistîkî ya artêşê ji bin kontrola xwe derîne.[21]

Romaya ku rola xwe ya navendî di rêvebirina împeratoriyê de winda kiribû, di sala 410an de ji aliyê Vîsîgothên bi serokatiya Alaric I ve hat talankirin. Jiber ku zirara fizîkî pir hindik bû, bi piranî carek din ji nûve hate temîr kirin. Tiştê ku ew qas hêsan nedihat guheztin, tiştên barkêş ên wekî karên hunerî yên ji metalên hêja û tiştên ji bo karanîna navmalî talan bûn. Papayan bajêr bi bazilîkên mezin (bi hevkariya împeratoran) xemilandin. Bajêr di sala 455an de ji hêla Genserîk, padîşahê vandalan ve hate talan kirin, nifûsa bajêr ji 800.000 kesan dadikeve 450-500.000 kesan. Împeratorên qels ên sedsala pêncan nekarîn hilweşînan rawestînin ev dibe sedema hilweşandina Romulus Augustus ku di 22ê tebaxa sala 476an de ku dawiya Împeratoriya Romaya Rojava tîne û ji bo gelek dîroknasan, destpêka Serdema Navîn nîşan dide. Kêmbûna nifûsa bajêr ji ber windakirina barkirina genimên ji Afrîkaya Bakur bû, ji sala 440an û pê ve nexwestiya pola senatoran ji bo domandina bexşan ji bo piştgirîkirina nifûsa ku ji çavkaniyên berdest pir mezin bû. Di gel vê yekê, ji bo domandina navenda rêveberiyê hewildanên dijwar hatin kirin ku ev hewldanên parastinê heta dorpêçkirina Gothîka sala 537an berdewam kir.[22]

Serdema navîn biguhêre

 
Wêneyê sedsala 15an ku Talankirina Romayê (410) ji hêla padîşahê Vîsîgotîk Alarîk 1 ve pêk tê nîşan dide.

Berî ku bajêr vegere kontrola Romaya Rojhilat piştî Şerê Gotîkê ku bajêr di sala 546 û 550an de bahu hate wêran kir, piştî hilweşîna Împeratoriya Romaya Rojava yê di sala 476 p.z. de, Roma pêşî di bin kontrola Odoaser de bû û piştre jî dibe beşek ji Padîşahiya Ostrogotîk. Nifûsa bajêr ji milyonek zêdetir bû ku di sala 210an de dadikeve 500.000 kesê û di 273an de, piştî Şerê Gotîkê (535-554) nifûsa bajêr heta 35.000 kesan dadikeve.[23][24]

Piştî dagirkirina Lombard a Îtalyayê (569–572), bajêr bi navî Bîzansî ma, lê di rastiyê de, papayan di navbera Bîzans, Frank û Lombardan de polîtîkaya hevsengiyê meşandin.[25] Di 729an de, padîşahê Lombard Lîutprand bajarê bakurê Latiyum Sutrî diyarî Dêrê kir û dest bi hêza xwe ya demkî kir.[25] Di sala 756an de, Pepinê Kurt, piştî ku Lombardan têk bir, dadrêsiya demkî da Papayan û bi vî rengî Dewletên Papayan hate ava kirin.[25] Ji vê serdemê ve sê hêz hewl dane ku bajêr birêve bibin evin: papa, esilzade (bi serokên mîlîsan, dadwer, senato û bi gel re) û padîşahê Frankîs, wekî padîşahê Lombard, patrîrukus û Împrrator. Ev her sê partî (teokratîk, komarî û împaratorî) taybetmendiya jiyana Romayê ya di tevahiya Serdema Navîn de bû.[25]

Serdema nûjen biguhêre

Desthilatdariya Papayan ku ji aliyê Komara Roma ya demkurt (1798–1800) ve ku di bin bandora Şoreşa Frensî de hate damezrandin, hate bidawîkirin. Dewletên Papa di hezîrana sala 1800an de hatin vegerandin lê di dema serdestiya Napolyon de Roma wekî departementek Împeratoriya Frensî hate girêdan ku pêşî wekî Departementa du Tibre (1808-1810) û piştre wekî Departementa Rome (1810-1814). Piştî hilweşîna Napolyon, Dewletên Papa bi biryara Kongreya Viyanayê ya 1814an ji nû ve hatin avakirin.

Di sala 1849an de, Komara Roma ya duyem di sala 1848an de di nav salek ku gelek şoreşan de pêk hatiye, hate ragihandin. Du ji kesayetiyên herî bibandor ên yekbûna îtalyanî Giuseppe Mazzini û Giuseppe Garibaldi ji bo komara demkurt şer kirin.

Piştî ku mayî ya îtalya di sala 1861an de wekî Padîşahiya Îtalî bi paytexta demkî li Florensê hate yek kirin, Roma ji bo yekbûna îtalî dibe hêvî. Tevî ku ew hîn di bin kontrola Papa de bû, di wê salê de Roma paytexta Îtalyayê hate îlankirin. Di salên 1860an de, paşmayiyên paşîn ên Dewletên Papa de bi saya siyaseta derve ya Napolyon III di bin parastina Fransa de bûn. Leşkerên Fransî li herêma di bin kontrola Papa de bi cih bûn. Di sala 1870an de leşkerên fransî ji ber derketina Şerê Franko-Prusyan ji bajêr vekişiyan. Leşkerên îtalî Romayê bidestxistin û nav deriyek li nêzî Porta Pia de ketin bajêr. Papa Piyus IX li Vatîkanê xwe wekê kesek girtî ragihand. Di sala 1871ê de paytexta Îtalyayê ji Firansayê derbasî Romayê dibe.[26] Di 1870an de nifûsa bajêr ji 212.000 kesê pêk dihat ku hemî li devera ku ji hêla bajarê kevnar ve hatiye dorpêç kirin dijiyan û di sala 1920an de nifûsa bajêr digihîje 660.000 kasê. Beşek girîngê ji nifûsa bajêr li derveyî dîwarên li bakur û li seranserê Çemê Tîber li herêma Vatîkanê dijiyan.

Bi awayekî bilez piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di dawiya sala 1922an de Roma bû şahidê mezinbûna faşîzma îtalî ya bi pêşengiya Benîto Mussolînî ku li bajêr pêşengiya meşekê dikir. Wî di sala 1926an de demokrasiyê ji holê rakir ku di dawiyê de Împeratoriyek nû ya îtalî ragihand û di sala 1938an de Îtalya bi Almanyaya Nazî re hevalbendî dike. Mussolînî ji bo pîrozkirina rejîma faşîst, vejîn û pîrozkirina Romaya klasîk, ji bo ku rê û qadên berfireh ava bike beşên mezin ên navenda bajêr hilweşand. Di serdema navbera şer de zêdebûnek bilez di nifûsa bajêr de pêk hatiye ku zû piştî sala 1930an hêjmara şêniyên bajêr milyonek derbas kir. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de, ji ber xezîneyên hunerî û hebûna Vatîkanê, Roma bi giranî ji çarenûsa trajîk a bajarên din ên ewropî xilas bû. Lê di 19 tîrmeha sala 1943an de, navçeya San Lorenzo rastî êrîşên bombeyî yên hevalbendan hat ku di encamê de nêzîkî 3.000 kes kuştî û 11.000 kes jî birîndar bûn û ji wan 1.500 kesê din jî dimirin.[27] Mussolini di 25ê tîrmeha sala 1943an de hate girtin. Di roja agirbesta Îtalyayê, di 8ê îlona sala 1943an de li bajêr ji aliyê almanan ve hate dagirkirin. Papa Roma bajarekî vekirî ragihand. Di 4ê hezîrana sala 1944an de bajêr hate rizgarkirin.

Piştî şer Roma wekî beşek ji "mucîzeya aborî ya îtalî" ya nûavakirin û nûjenkirina piştî şer di salên 1950an û destpêka 1960an de pir pêş ket. Di vê serdemê de, salên la dolce vita ("jiyana şîrîn"), di gel fîlmên klasîk ên populer ên wekî Ben Hur, Quo Vadis, Roman Holiday û La Dolce Vita ku li Stûdyoyên Cinecittà ya navdar ên bajêr hatine kişandin, Roma dibe bajarek stîlê. Rêjeya zêdebûna nifûsa bajêr heya nîvê salên 1980an berdewam kir ku nifûsa komunê ji 2.8 milyon kesê derbas bûye. Ji ber ku mirovan dest bi koçkirina bajar û komunên derûdora bajêr kiriye nifûsa bajêr hêdî hêdî kêm bûye.

Erdnîgarî biguhêre

Roma li herêma Laziyo ya ku li navendî ya Îtalyayê li ser peravê Çemê Tîberê (bi îtalî: Tevere) hatiye avakirin. Niştecihbûna despêkê li ser girên ku rû bi rûyê li tenişta Girava Tiberê ku yekane çemê xwezayî yê çemê li vê deverê ye pêşve çûye. Romaya Padîşahan li ser van heft girên bi navê Girê Aventine, Girê Caelian, Girê Capitoline, Girê Esquiline, Girê Palatine, Girê Quirinal û Girê Viminal hatiye avakirin. Romaya nûjen di heman demê de çemek din, Çemê Aniene ku dikeve bakurê navenda Çemê Tîberê ya dîrokî derbas dibe hatiye avakirin.

Her çend navenda bajêr bi qasî 24 kîlomêtre ji Deryaya Tîrenî dûr be jî, axa bajêr heya peravê deryayê dirêj dibe ku navçeya başûrê rojavayê Ostiya li ser peravê deryayê ye. Bilindahiya beşa navendî ya Romayê ji 13 mêtre bi ser asta deryayê ve ye. Komuna Romayê qadeke giştî yê bi qasî 1,285 km² rûerd werdigire.

Dîmenên ji Romayê biguhêre

Avhewa biguhêre

Avhewaya Romayê xwedî avhewaya Deryaya Navîn (Köppen dabeşkirina avhewayê:Csa) ku bi havînan germ e û bi zivistanan jî nerm û şil e.

Germahiya navîn bajêr salane bi roj ji 21 °C û bi şev jî 9 °C (santîgrat) e. Di meha herî sar a meha çileyê de, germahiya navîn bi roj 12,6 °C û bi şev 2,1 °C e. Meha herî germ, germahiya meha Tebaxê, germahiya navîn bi roj 31,7 °C û bi şev 17,3 °C e.

Mehên Kanûn, Rêbendan û Sibat mehên herî sar in ku germahiya navînî ya rojane bi qasî 8 °C e. Germahiya di van mehan de bi gelemperî di navbera 10 û 15 °C de bi roj û di navbera 3 û 5 °C de ye. Germahî bi şev diguhere, ku pir caran sar yan jî germtir dibe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Popolazione residente al 1° gennaio". dati.istat.it. Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  2. ^ "Romulus and Remus | Story, Myth, Definition, Statue, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  3. ^ Wilford, John Noble (12 hezîran 2007). "More Clues in the Legend (or Is It Fact?) of Romulus". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  4. ^ "Rome". Wikipedia (bi îngilîzî). 3 hezîran 2023.
  5. ^ "Strabo, Geography, book 5, chapter 3, section 3". www.perseus.tufts.edu. Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  6. ^ "Strabo's Geography". penelope.uchicago.edu. Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  7. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  8. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  9. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  10. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  11. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  12. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  13. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  14. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  15. ^ Heil, Meredith (29 gulan 2014). "The Great Fire of Rome ~ Background | Secrets of the Dead | PBS". Secrets of the Dead (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  16. ^ "Great Fire of Rome". education.nationalgeographic.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  17. ^ "Rome". Wikipedia (bi îngilîzî). 3 hezîran 2023.
  18. ^ a b Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  19. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  20. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  21. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  22. ^ Schadendorf, Barbara (1964). Entwicklungsmerkmale unehelicher Kinder. Berlin, Heidelberg: Springer Berlin Heidelberg. rr. 101–132. ISBN 978-3-540-79687-9.
  23. ^ Tellier, Luc-Normand (2009). Urban World History: An Economic and Geographical Perspective (bi îngilîzî). PUQ. ISBN 978-2-7605-2209-1.
  24. ^ "travel, history, civilizations, greatest cities, largest cities, Rome - Mandatory". web.archive.org. 30 kanûna paşîn 2013. Ji orîjînalê di 30 kanûna paşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  25. ^ a b c d "Rome". Wikipedia (bi îngilîzî). 3 hezîran 2023.
  26. ^ "CATHOLIC ENCYCLOPEDIA: Pope Pius IX". www.newadvent.org. Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.
  27. ^ Baily, Virginia (25 tîrmeh 2015). "How the Nazi occupation of Rome has gripped Italy's cultural imagination". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 11 hezîran 2023.

Girêdanên derve biguhêre