Rojev rojnameyek xwerû bi kurdî ye ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê rojane derdikevê.

Rojnameya Rojevê piştî girtina rojnameya rojane Azadiya Welat di 16'e Adara 2009'a de dest bi weşana xwe kir. Rojname bi kurdî ye û ji 12 rûpela pêk tê. Rojname li Stembolê derdikevê û li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê tê belavkirin. Ji 28'ê nîsana 2009'a ve Rojev ji ber hinceta ku propagandaya PKK`ê dike weşana wê ji bo dema mehekê hate rawestandin. Ji bo cihgirtina Rojev'ê 5'ê gulanê 2009'a rojnameya Hawar dest bi weşanê kir.