Roja Aştiya Cîhanê

1'ê îlon Roja Aştiya Cîhanê ye. Di 1'ê îlona sala 1939'an de Artêşa Hitler ya Almanya Polonyayê dagir kir û şerê duyemîn ê cîhanê de ku bû sedema mirina 50 mîlyon mirovanî dest pê kir. Ev roj, li hemû cîhanê weke "Roja Aştî ya cîhanê" tê pîrozkirin û di vê rojê de herkesê aştîxwaz bendewariyên xwe yên aştiyê tîne ziman. Di 1ê Îlonê sala 1939 de Naziyan di bin fermandariya Adolf Hitler de, bi dagirkirina Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyêm da destpêkirin.

Di Şerê Cîhanê yê duyêm de 7 milyon kes di kampên mirinê de bi tevahî 50 milyon mirov jiyana xwe ji dest dan.

Şer, çawa ku roja 1ê Îlonê dest pê kir, her wisa-jî di heman rojê de, di sala 1945an de bi dawî bû. Piştî şer, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo ku careke din şer destpênekin û aştiyeke gerdûnî pêk were, 1ê Îlonê weke "Roja Aştiya Cîhanê" îlan kir. Û edî ev roj, ango 1ê Îlonê, li navênden cihanê yên curbecur bi pîrozbahiyên cihêreng tê pîrozkirin.