Ji bo maneyên din li Roj binêre.

Kovara Roj di hezirana 1995an de li Stembolê dest bi weşana xwe kir. Rojnameyeke hefteyî bû.

Roj berdewama Medya Guneşî, Jiyana Nû, Serkeftin û Vatan Guneşî bû. Roj 1995an de 13 hejmar ser hev derket û piştre ji hin sebebên teknîkî nêzîkî heşt mehan navber da weşana xwe. Piştî heşt meha dîsa dest bi weşana xwe kir û bi tevahî 26 hejmar derket ji van 26 hejmara 24 hejmara Rojê hat berhev kirin û derheqê wê de bi dehan dadgeh hat vekirin û ji bo berpirsiyarê wê nêzîkî 23 salan cezayê hepsê û milyona cezayê pere hat dayîn.

Xwediyê wê Adiguzel İncesu û berpirsiyarê wê jî Ö. Erdal Kurt bû.

Di meha tebaxa 1996an de hat girtin û di 10ê tebaxa 1996an de navê wê bû Nû Roj.

Çavkanî biguhêre