Riwekên xemlê
Riwekên xemlê ji riwekên ku mirov bo xemlê çandiniya wan dikin re tê gotin. Şaxekî sereke yê bexçevanîyê ye. Riwekên xemlê di bexçe, zevî, guldank, kolan, akvaryûm (masîdank) ûêd de tên çandin. Çi devî, çi darokî, lavlavk (leflefok), zilî, dar, kefzer, çi jî giha ne.
Riwekên xemlê hobiya gelekan e. Mirov tenê yan bi hevalan, biliyê çandinê dibin. Ji ber ku li Kurdistanê nêzîkê 100 sal in, aramî nîne, daristan hatine rûxandin û aboriya gel xirab bûye, kêm kes bi vê hobiyê dema xwe derbas dikin. Li cihên ku hinekê aborî baş e, kurd mal, şaneşîn, bexçe û xozanên xwe bi kulîlk û riwekên din ên xemlê, kok dikin.
Riwekên xemlê bi giştî di van kategoriyan de tên rêzkirin:
Gihahaş an riwekên guldankê biguhêre
Riwekên guldankê mal, salon, bûro û kargehan dixemilînin. Standardiyeke wan nîne, çi giha ne, çi jî dar. Du pîvanên wê hene, divê ziyanê nedin hundirê malê (bêhnên nebaş, alerjî hwd) û ne pirr mezin nebin ango li cihê çandin bên. Ew jî di nava xwe de wiha tên bikategorîkirin:
Riwekên kulîlkdar biguhêre
Riwekên bo kulîlkên wan di guldankan de tên çandin. Bo mînak:
- Çingê meryem a kurdî yan çingê meryem a îranî (Cyclamen-Persicum-Hybriden)
- Binevşa afrîkayî (Saintpaulia ionantha)
- Orkîde (Orchidaceae)
Riwekên kesk an ên bo pelên wên tên çandin biguhêre
Bo mînak:
- Monstera deliciosa
- Palmiyeyên malê (Arecaceae)
- Cure koknar, çamên malê, bo mînak (Araucaria excelsia)
Riwekên lat û şaneşînê biguhêre
Bi mînak:
- Tolgîn, pirr caran bi geranyayan re tê tevlîhevkirin, (Pelargonium-Zonale-Hybriden), (Pelargonium-Peltatum-Hybrid), Pelargonium-Grandiflorum-Hybrid)
- Guharok (Fuchsia-Cultivars)
- Petûnya, gulkovik (petunia)
- Scaevola aemula
Riwekên di guldankên mezin an distan de tên çandin biguhêre
Kulîlkên diyarî, cejn û pîrozkirinê biguhêre
Bo mînak
- Dawidî yan giyadawidî (Chrysanthemum, Dendranthema)
- Mêxek an mêxe, mêxik (Dianthus)
- Gul (Rosa-Hybriden)
- Alstroemeria
Riwekên glover û girêkî biguhêre
- Tule (Tulipa-Hybriden)
- Nêrgîz (Narcissus pseudonarcissus)
- Sinbul (Hyacinthus orientalis)
- Hippeastrum-Vitatum-Hybrid
- Klivie (Clivia miniata)
Deviyên xemlê biguhêre
Çîmenên sûsê biguhêre
- Saz (riwek) (Carex sp.)
- Pennisetum sp.
- Cortaderia selloana
Riwekên darokî biguhêre
Hin ji deviyên sûsê biguhêre
Darên xemlê biguhêre
Çend mînak:
- Manolya
- Şambelot
- Darspî
- Dartule, dara tuleyê
- Dara bîcadê ya amerîkayî
Girêdanên derve biguhêre
- Bundesverband Zierpflanzen Girêdana arşîvê 2010-12-13 li ser Wayback Machine (almanî)
- Riwekên xemlê yên jehrdar (almanî)