Rio de Janeiro (stan)

Rio de Janeiro staneka rojhilata Brezîlê ye. Sînorê rojhilatî yê vê stanê Okyanûsa Etlesî ye, tuxîbê başurê wê stana Sao Paulo ye, û li rojavayê û bakurî jî stanên Minas Grais û Espirito Santo hevsî yên wê ne.

Herêma Rio de Janeiroyê (Brezîl).

Bajarê Rio de Janeiro mezintirîn bajar û paytexta wê ye.

Dîrok biguhêre

Deryavanê îtalyayî Amerigo Vespucci ko wekî parek ji gerhanên portûgaliyan kar dikir, kesê herî pêşîn ji ewropayiyan bû ko li sala 1503ê gehişt wan deverên ko niha parek ji stana Rio de Janeiroyê ne. Kaşifên ewropayî bi şaşî hizirîn ko kendava Guanabara Bay parek ji rûbarekî ye, lewma navê wê kendavê kir Rio de Janeiro anko Rûbarê Janweriyê (rûbarê meha ko ew gehiştiye wêderê).