Rezoyê Osê, Ebdulrazaqê Eliyê Îsayê Osê (10ê çiriya pêşîn a 1950yî li gundê Dekşûriyê, li herêma Hesîçeyê - 4ê adara 2010an li Qamişlokê) nivîskar û lêkolîner e. Wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de weke Armanc û Dugir û yên din de nivîsandiye û hêjî bi pênûsa xwe ya çalak û zimanê xweyî bilind û resen dinivîse û ew ji damezrênerên kovara Stêr û Pirs e.

Xwendina xwe li gundê Tenûrî kuta kiriye, a navendî û lîsa li bajarê Qamişlo bi dest xistine. Bi navê: Aro, Rezo, Stêr, Azad, Pirs, Ebdulrazaq Osê û Rezoyê Osê di gelek kovar û rojnaman de nivîsiye (wilo jî di malperan de) ji wan: Stêr, Armanc, Digir, Azadî û Zanîn. Sala 1970 dest bi nivîsandinê kiriye. Gelek gotar û lêkolîn belav kirine. Wilo jî helbesta (kevneşop û nûjen) nivîsiye û şano di kovaran de belav kirine, folklor daye hev û belav kiriy, kurteçîrok nivîsîne, çîrokên zaroka dane hev û pênc pirtûk nivîsandiye. Li deverên cuda kursên fêrbûna zimanê Kurdî vekiriye, Pênc pirtûkên (Dîk-Dîko, Libhinarê, Bavê Hepûn, Şengê û Pengê, Finda Şemal) wî bi zimanê kurdî û erebî hatine çapkirin. Çîrokên gelêrî yên zarokan Merganê, Pirtûka wî ya helbestan Kevoka min, Bîranînên wî yên bê kêş û bend Xilmaşî, Pirtûka wî rexneya wêjeya Kurdî, Rexne li Rexnê û pirtûka wî ya gotar û nivîsên Tûjik ji bo çapê têne amadekirin.

Ronakbîrê kurd Rezoyê Osê di 4ê adara 2010an de li Qamişlokê çû ber dilovaniya xwedê.

Çavkanî biguhêre