Retîkûlûma endoplazmî ya zivir

Retîkûlûma endoplazmî ya zivir , beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxara wî bi rîbozom e, di bin mîkroskopa elektronê de rûyê wê zivir dixuye, loma ev beş wekî retîkûlûma endoplazmî ya zivir tê navkirin.

Retîkûlûma endoplazmî ya zivir
Retîkûlûma endoplazmî

Retîkûlûma endoplazmî ya zivir ji cot qatên parzûnên navikê, ji ya derve dest pê dike, ber bi parzûna xaneyê di nav sîtoplazmayê de dirêj dibe. Ji ber ko li ser retîkûlûma endoplazmî ya zivir de gelek rîbozom hene, retîkûlûma endoplazmî ya zivir di çêkirin, guhertin û veguhêztina proteînan da kar dike. Di çêkirina parzûna xane û parzûna endamokan jî retîkûlûma endoplazmî ya zivir cih digire. Her çiqas proteîn di nav rîbozoman da tê çêkirin jî, a rast ev proteînên neçalak in, tenê zencîra asîdên amînî (a.a) ne. Gava zencîra asîda amînî ji plazmayê dikeve nav retîkûlûma endoplazmî ya zivirê, hinek cureyên proteînan li vir diguhere û çalak dibe. Hin ji proteînên di nav retîkûlûma endoplazmî ya zivirê de di nav kîsikên hilgir ve ber bi heybera Golgî tê şandin. Hinek ji proteînên nav retîkûlûma endoplazmî ya zivir jî rasterast bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin. Xaneyên pêdiviya wan pir bi enzîm û proteînan heye, hê pirtir retîkûlûma endoplazmî ya zivir lixwe digirin. Retîkuluma endoplazmî ya zivir bi rîbozom, bi heybera Golgî, bi navik û ARNyê va têkildar e[1].

Çavkanî biguhêre