Resûlê Qereqoçanî

Navê rasteqîn yê nivîskar-wergervanê Resûlê Qereqoçanî Resûl Yildirim e. Li Gundê Miramed ya Kovancilar a Xarpêtê hatiye dine. Xwendina xweyi pêşin li Miramedê ya navîn ji Li îmam Hatîp Lisesi ya Xarpêtê kiriye. Jiber dîtin û ramanên xweyî polîtîk berî qedandina dibistanê, jê hatiye avêtin. Demekê li gundan feqîtiyê kiriye. Paşê bi awayeki dijwar, Li Germenîstanê bûye penaber.

Li Germenistanê ji ber xebatên xweyî polîtîk hatiye girtin. 4 Sal di Girtîgehê de maye. Ji ber ku di girtîgehê de Încil û hinkariya Îsa Mesihnas dike, baweriya xwe bi Îsa Mesih ve tîne. Di sala 1987'an de dest bi wergera Încil û Pirtûka Pîroz dike. Tevi Mehmet Sait ALPASLAN vê xebata xwe di sala 2002'an de dibe serî. Nuha li ser werger û weşandina Pirtûka Piroz dixebite.

Zewiciye û bavê sê zarokî ye û li Germenîstanê dijî.