Resûlê Mistê

fizîknasê kurd

Resûlê Mistê (jdb. 1866 Şehrezûr - m. 1908 Stembol) fizîknas, helbestvan û nivîskarê kurd bû.[1] Di sala 1866an de li bajarê Şehrezûrê ji dayik bûye û perwerdehikî baş dîtiye. Bi xwe kurdî, tirkî, erebî zanibûye dûre zimanê fransî jî hîn bûye. Navê bavê wî Mehmûd e.

Resûlê Mistê ji bo av kişandinê makîneyek îcad kiriye. Çûye Stembolê li ser fizîkê pirtûk nivîsiye bi wesîta Ebdurehman Samî ve ji Siltan Ebdulezîz re şandiye. Ji bo xebatên xwe wextekê çûye Wan, Mûsil û Besreyê jî. Çar sal jî li welatên Ewropayê maye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mihemed Emîn Zekî Beg, Navdarên Kurd û Kurdistanê