Rencber Ezîz (Aziz Rencber) (jdb. 1955, Çewlîg - m. 1988 li Hannover aAlmanya) yek ji hunermendên kurd ên navdar e.

Ji gundê Wusfan (bi tirkî: Aşağı Akpınar) a girêdayî Çewlîgê ye. Perwerdeya olî dîtiye. Bi Tirkî, Kurdî (Dimilî û Kurmancî) stran digot. Ew pirranî bi stranên xwe yî Dimilî tê naskirin. Di stranên xwe de behsa şoreşgeriya Kurdistanê, pêkutiyên cûntaya leşkerî ya 1980î li Tirkiyeyê, xizanî û hesreta welat dike.

Li Stenbolê ji ber tewanbarkirina "Kurdperweriyê" carekê heft meh û neh roj di zîndanê de dimîne.

Rençber Eziz sala 1978î derdikeve derveyî welêt û li Almanya bicihdibe. Gelek kasetên wî hene. Ezîz bi bûyerekê bişik jiyana xwe jidestdide.

Tê zanîn wî de yek saliya xwe de ji ber nexweşiyeka mîkrobîk çavên xwe windakiribû ango çavên wî nedidîtin û ew ji avahiyekê bilind de dikeve erdê. Nehate ravekirin ka ew çi digeriyabûye li ser avahiyê û aya ketiye yan hatiye avêtin.

Hin ji stranên wî biguhêre

  • Ez nîwesa
  • Nazewicim
  • Welatê me Kurdistan e
  • Merhaba
  • Evren Yeno
  • Kurdistan welatê ma yo
  • Wey nîna
  • Hesret
  • Wisar diyon
  • Lo bira
  • Hamal Seyfettin

Malperên têkildar biguhêre