Reşke, zîre, kemyon (cuminum cyminum), riwekek ji famîleya bexdenûsan (apiaceae) e. Bejna wê 40-60 cm bilind dibe. Riwekeke salane ye, Rojhilata Navîn belav bûye. Di pêjgeha kurd de kêm be jî tê bikaranîn.

Reşke, zîre

Biharbêhna (biharat) wê ji dendikên hişkkirî tê çêkirin. Dendikan dihêrînin. Vê biharbêhnê di xwarinên bigoşt û hevîrê, kebab, vexwarinan de bikartînin. Li Kurdistanê, ji ber ku şer aborî û çandinî serobino kiriye, çandiniya wê pirr kêm e. Li Hindistan, Meksîk, Şîle, Misir, Îran, Tirkiye û gelek welatan tê çandin.