Reşîd Findî

nivîskarê kurd

Reşîd Findî nivîskar û wergêrekî kurd e.

Reşîd Findî
Jidayikbûn1948
Başûrê Kurdistanê
PîşeNivîskar, wergêr
NeteweKurd
HevwelatîIraq
PerwedeZanîngeha Mûsilê
biguhêreBelge

Reşîd Findî di sala 1948'an de ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya despêkî û navincî li Dihokê bi dawî aniye û ya amadeyî li bajarê Mûsilê bi dawî aniye. Di sala 1981'ê de ji Koleja Perwerdê – Zanîngeha Mûsilê, pişka jîndenasî (biyolojî) derçûye.

Reşîd Findî ji sala 1971'ê ta 2001'ê karê mamostayetiyê di çendîn xwendingehên cuda cuda de kiriye. Ew di sala 1971'ê de dest bi nivîsînê kiriye û bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd.

Findî çendîn pile di Yekêtiya Nivîskarên Kurd e wergirtîne weke endamê desteka kargêrî, sekreter, çêgirê serokî, serokta li tayê Dihokêye yekêtiyê. Ew ji sala 2001'ê were û ta nihu weke endamê kara yê kurî zaniyarî kurd e û têde çendîn pile standîne weke çêgirê serok kurî û endam kur.

Berhemên wî yên çapkirî biguhêre

  • Elî termax , yekemîn rêzman nivîs û pexşan nivîsê Kurde , 1985.
  • Giftugo li ser xanî 1986.
  • Xanî û hacî 1996.
  • Elho bilind difirît 1997.
  • Tujandin û çapkirina dîwana ehmedê nalbend (5) berg , digel lîjnekê , 1998.
  • Rêberê parêzgeha duhokê , dihgel lijnekê 1995.
  • Çend tîrojkek li ser rojnamevaniya kurdî 2002.
  • Ji kaniya helbesta kilasîka kurdî – bergê yekê , 2004.
  • 40 hikayetên mela mehmudê bayezîdî (saxkirin ) 2004 .
  • Geryanek di nav baxê edebê kurdî da 2005.
  • Zaravên yasayî (digel lijna zaravan li Korî Zanyarî kurdî) 2004.
  • Zaravên kargêrî (digel lijna zaravan li Korî zaniyarî kurdî) 2004.
  • Zaravên rageyandin (digel lijna zaravan li Korî zaniyarî kurdî ) 2004.
  • Hizrînek di zimanê kurdî da 2006.

Çavkanî biguhêre