Radikal, yek ji rojnameyên koma medyayê ya (Doğan Medya Grubu) ye ku li Tirkiyê bi rojane tê weşandin.

Radikal
Welat  Tirkiye
Ziman Tirkî
Senifandin Rojnameya rojane
Weşanxane Doğan Yayın Holding
Hejmara yekem 13'ê kewçêrê 1996

Derketin rojane
Tîraj 62.236[1]

Gerînendeyê giştî yê weş. İsmet Berkan
Xwedî Hanzade Doğan
Malper Malpera fermî ya rojnameyê (romî)

Radikal ji 1997'î virde bi zimanê Tirkî tê weşandin. Her çiqas wekî rojnameyên Hürriyet û Milliyet, xwediyê wê Aydın Doğan e jî, bi polîtîkaya xwe ya weşandinê ew dûrê îdeolojiya dewleta Tirkiyeyê, Kemalîzmê dikeve. Ew bi polîtîkaya xwe ya weşandinê nêzî tevgerên lîberal û sosyaldemokrasiyê ye. Radikal xwe wekî rojnameyeke azadîxwaz dide naskirin.

Hin kunciknivîskarên wê yên nêrînên cuda û têvel tên nas kirin wiha ne: Murat Belge, İsmet Berkan, Hasan Bülent Kahraman, Ahmet İnsel, Yıldırım Türker, Avni Özgürel, Hasan Celal Güzel, Nuray Mert, Haluk Şahin, Mehmet Ali Kışlalı, Türker Alkan, Hakkı Devrim, Perihan Mağden.

Rojname hefteyêcarek, roja îniyê Radikal Kitap (Radikal Pirtûk), şemiyê Radikal Cumartesi (Radikal Şemî), yekşemê jî Radikal ikiyê (Radikal Du) diweşîne. Di 2007'î de Orhan Pamuk, Sezen Aksu û Yılmaz Erdoğan bo rojekê bûbûne gerînendeyê karê nivîsaran ê Radikalê.

Tîraja wê ya hefteyî li dora 30.000 e.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre