Qurana bi zimanê kurdî an Wergera quranê ya kurdî an jî Meala Qur'ana kurdî, wergera Quranê bi zimanê kurdî ye. Piştî Belavbûna Îslamê, tercime kirine zimanên din jî, îro Quranê tercime kirine hemî zimanan.[1][2]

Herçiqas pelên wî niha bidestên me neketibin jî, tê gotin Quranê herî pêşîn Xanayê Qubadî tercime kiriye zimanê kurdî.

Kurmancî biguhêre

Di sala 1980ê de Mele Muhemmed Şîrînê Nîvîlî bi navê "Tefsîra Şîrîn" Quranê tefsîr kir. Abdullah Varlı jî di sala 1994an de bi navê “Qurana Pîroz û Arşa Wê ya Bilind" Quranê tercime kiriye. Mele Muhemmed Garsî Farqînî meala wê di 2003iyan de bi navê “Meala Fîrûz Şerha Qur’ana Pîroz” nivîsiye. Mele Mihemedê Hekarî di sala 2007an de bi navê “Ronahîya Qur’ana Pîroz” meala wê nivîsiye. Mele Huseyîn Êsî, Mele Seîd Girdarî û Mele Muhemmed Bêrkevanî jî bi hev re meala Quranê bi navê “Wergera Qur’ana Pîroz Bi Zimanê Kurdî” nivîsandin. Muhemmed Şoşikî 2010an de bi navê “Nura Qelban” Quranê tefsîr kir.[3] Fikrî Amedî 2014an de bi navê "Qur’ana Kerîm û meala wêya Kurdî" nivîsand. Tehsîn Doskî quran bo kurmanciya badinanî tercime kir.

Zazakî biguhêre

Roşan Lezgîn quran bo Kirmanckî tercime kir.

Horamî biguhêre

Mamostaye horami, quran tercime kir bo kurdiya horami ji bo rizgariya ev dialekt.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ https://kaniyasor.wordpress.com/2014/11/23/qurana-piroz-bi-meala-kurdi/
  2. ^ https://m.turktelekommuzik.com/?a=300758[girêdan daimî miriye]
  3. ^ Kurdî, Navenda wêne û Klasîkên. "NÛBIHAR | Weşanxane & Kovar". www.nubihar.com. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2023.
  4. ^ jackets, Hawrami men are seen in traditional leather; Takht, Oraman; Iran; Feb. 5; Images, 2009-Matjaz Krivic/Getty (30 kanûna paşîn 2020). "Teacher translates Quran to save endangered Kurdish dialect - Al-Monitor: Independent, trusted coverage of the Middle East". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)