Qora Berber, herêma rojavayê Licê ku ji Eqro, Tilê, Zirext, Xweylîn û heta Korxayê ye. Herêmeke dîrokî û stratejîk e. Li Biryas, Xana Kelê û Birqleynê xeraba û ciyên dîrokî hene. Herêmeke bilind û avî ye. Sebze û hişînayên wê gelek in. Di zemanê berê de, bi tenê dianîn li Licê difrotin. Piştî çêkirina rê bi kamyonan dibın bazara Amedê. Gûzên qaşil tenîk û baş li Qora Berber hene.

Gundê Tilê biguhêre

Tilê, li rojavayê Licê, li herêma Qora Berber e û 6 km ji Licê dûr e. Ji rojava ve gundê herî nêzîkî Licê ye. Ji bo ku gund nêzîkî girekî tûjik hatiye avakirin, jê re dibêjin Tilê. Tilê bi bayê xwe yê sar û dijwar bi navûdeng e. Bi navê Biryas û Kanîspî du gomên wê hene. Li gund dibistana sereta heye. Bi zaravayê kurmancî dipeyîvin. Dewlet jê re dibêje Dernek.

Dizdênî biguhêre

Dizdênî, li bakurê rojavayê Licê, li Qora Berber, li kontara çiyê ye û 18 km ji Licê dûr e. Gundekî avî ye. Bi firingiyê xwe bi navûdeng e. Bi zaravayê dimilî dipeyîvin. Ji bo li qontara çiyê ye, dewletê navê Yamaçlı lê kiriye.

Zirext biguhêre

Zirext li Qora Berber gundekî biçûk e û 20 km ji Licê dûr e. Goma Qilêder li ser e. Li gund dibistan heye û dewletê navê Kiralan lê kiriye.

Xweylîn biguhêre

Xweylîn, li bakurê rojavayê navenda Licê, li herêma Qora Berber e û 23 km ji Licê dûr e. Navê xwe ji kanên xwê digire. Li nêzîkî gund kanên xwê hene. Di dema Osmanî de dewletê ji wir xwê derxistiye. Hîn îro jî kanalên xwê yên xerabe hene. Piştre ji ber sedema ku ev kanên xwê mesrefa xwe dernexistine, girtine. Dîsa kanên cisê jî li herêma Xweylînê hebûn. Xelkê ji wir kevirên cisê danîn, di kûreyan de dişewitand û cis çêdikir. Gundiyê Xweylînê cis danî li Licê difrotin. Xweylîn gundekî avî ye. Firing, xiyar û sebzeyên Xweylîne li bazara Amedê bi navûdeng in. Gûzên Xweylînê yên qaşil tenik û kakil spî ne. Ava Licê ji Xweylînê tê. Çend aşên xweylîne hene. Bi tenê Gomeke wê heye û navê wê Soxa ye. Li gund dibistana sereta heye. Xelkê gund bi zaravayê dimilî dipeyîve. Dewletê navê Tuzla lê kiriye.

Xana Kelê biguhêre

Xana Kelê, li rojavayê Licê, li meydana derbenda (boxaza) Kelê ye û19 km ji Licê dûr e. Ji vî gundî re Kelê û Çeper jî dibêjin. Derbenda Kelê ji zemanê berê ve rê û warê karwan û bazirganên herêmê bûye. Bi taybetî karwanên Amed û Erzorumê di wir re derbas bûne. Ji wê demê ve xan û karwanseray li wir hatine çêkirin ku îro bi tenê dîwarên wan li piyan mane. Herweha îro jî riya Amed û herêma Serhedê bi tenê di wir re derbas dibe. Ji derî vê derbendê çiyayên bilind, dijwar û zencîre rênadin karwan û rêwiyan. Xana Kelê hîn îro jî gundekî stratejîk, dîrokî û mezin e. Li gund nexweşxanek û dibistanek hene. Du gomên wî hene: Pûneyn û Hasbegan li ser Xana Kelê heye. Ziyaretekê Xana Kelê bi nav û deng e. Bi kurmancî dipeyîvin. Bi tirkî jêre Çeper dibêjin.

Korxa biguhêre

Korxa, li bakurê rojavayê Licê li dawiya herêma Qora Berber e û 23 km ji Licê dûr e. Gundekî avî ye. Bêtir çandiniya firingî û îsotê dikin. Bi zaravayê dimilî diaxivin. Li gund dibistanek heye. Dewletê navê Abalı lê kiriye.

Çavkanî biguhêre