Qiptî yan koptî[çavkanî hewce ye] (ji peyva yewnanî: αιγύπτιοι, tê wateya "misirî") navê civaka dêra qiptî ya Misirê ye.

Dêra Bidardekirî ya Qahîre
Bezeke xemilandî ya qiptiyên kevnare

Ev peyv berê ji bo hemû mirovên Misira kevnare re dihat bikaranîn, ên ku bi zimanê misirî xeber didan. Di dema Împeratoriya Romî, Bîzans û destpêka weşandina ola îslamê de eleqeya peyvê bi baweriya mirovan re tune bû.

Zimanê qiptî di sêyemîn sedsala piştî zayînê de ji zimanê misirî pêk hatiye. Bi belavbûna ereban û baweriya misilmantiyê ya li Misirê ev peyv êdî xwediyê wateyeke din dibe û ji wê pê ve tenê ji bo xiristiyanên girêdayî dêra qiptî tê bikaranîn.

Ji ber koçkirinên ku di nava gelê qiptî ve pêk hatine (ku sedema wan sedî sed naye zanîn), îro gelê qiptî li barek welatan xwe bi cih kirine.

Çavkanî biguhêre