Qehwe, qawe (bi inglîzî: coffee; bi farisî û erebî: قهوة) navekî giştî ji bo nivşekê malbateke daran e ku dibêjinê rûnas. Fêkiyê wan daran jî her bi vî navî tê binavkirin.[1]

Kulîlkên qehweyê
Mêweyên qehweyê
Tenên qehweyê
Fîncaneke qehwe

Kurdên YKSSê, bêjeya kofî û li hin deverên Kurdistanê kafê bi kar tînin. Lê ji ber asîmîlasyon û bandora zimanên serdestên Kurdistanê, bêjeya qehwe bêhtir tê zanîn.

Tiraş anko dara qehweyê bi qasî 4 heta 6 metiran (12-20 pêyan) dirêj dibe û kulîlkên spî yên gelek bêhnxweş dide ku tenê çend rojekan dimînin. Fêkiyê dara qehweyê ku wekî helalokan şirîn e wîşî-wîşî şîn dibe û du dendik têda hene. Du cureyên berniyasên qehweyê hene: Qehweya Erebî (Coffea arabica) Qehweya Lîberyayî (Coffea liberica).

Jîngeha qehweyê biguhêre

Dara qehweyê gelek baş li gizirtên Cava û Somatrayê, li Nîvgizirta Erebistanê, Hindistanê, Afrîkayê û parzemîna Amrîkaya Başûr şîn dibin.

Dendik an hema yekser li zeviyê yan jî li meştelekê tên çandin. Du şêwazên dirûnê hene. Yek ji wan çinîna bi dest e û ya din jî hejandina daran û vewerandina qehweyê ye.

Her weha bibînin biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Esat Ayyıldız. “Kahve Sözcüğünün Etimolojisi ve Arap Literatüründeki Yansımaları”. International Anatolian Conference on Coffee & Cocoa: Full Text Book. ed. Sinem Karakundakoglu. Malatya: IKSAD Global Publishing House, 2021. p.61-68.