Qazî Elî

Bavê Qazî Muhemmed

Qazî Elî an jî Mîrza Qasim Elî bavê Qazî Mihemed ê ku Komara Kurdistanê avakirî. Qazî Elî di zarotiya xwe de dest bi xwendinê kir û li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê hînkarî kir. Bi zanatiya xwe li herêma Mukriyan bi navûdeng bû, gelek dihate naskirin.

Qazî Elî bi Gewhertac Xanima keça Axa Şêr Beg re dizewice. Axa Şêr Beg serokê eşîra Feyzullahbegiyan bû. Bav û kalên Axa Şêr Beg bi demeke dû û dirêj herêma Mukriyan bi rêya Mîrektiya rêvebiriye. Piştî vê zewacê keça din ya Axa Şêr Beg, Zubeyde Xanim jî bi birayê Qazî Elî, Ebdulhesen Seyfulquzat re zewicî.

Qazî Elî û Gewhertac Xanim berî xwedêdana Qazî Muhemed sê zarok hebûn lê her sê jî di zaroktiya xwe de mirin. Zaroka çarem Xedîce bû û dû re Qazî Muhemed tê dinyayê. Paşî Xwedê zarokên din bi navê Ebulqasim Sedir Qazî û Amîne Xanim dide malbata Qazî Elî. Cewhertac Xanim li sala 1910ê de koça dawî dike. Piştî mirina Cewhertac Xanimê, Qazî Elî zewaca xwe ya duyem dike bi Zîba Xanima keça Şêxilîslamê wê deverê. Ji vê zewacê jî keçeka wan bi navê Fatime çê dibe.[1]

Li sala 1931ê de diçe ber emrê Xwedê.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Seîd Humayûn (2006). Pêşewa Qazî Muhamed: bîranînên Seîd Humayûn bi alîkariya Haşim Selîmî. Doz, Stembol.