Psychology Kurdî yekem kovara derûnnasiyê ya kurdî ye ku di sala 2016an de dest bi weşana xwe kiriye.[1]

Kovar heya niha 16 hejmar derxistiye û ji her çar mehan carekê diweşe.[2] Kovara derûnnasiyê Psychology Kurdî di her hejmarê de cih dide dosyayekê û ji bilî dosyayê nivîsên curbicur ên qada derûnnasiyê û zanistên civakî jî di kovarê de tên weşandin.[3]

Psychology Kurdî heya hejmara xwe ya 10an di bin banê Weşanên J&Jyê de bû û ji hejmara xwe ya 10an vir ve xebatên xwe di bin banê Weşanên Avesta de didomîne.[4]

Di edîtoryaya kovarê de Abdulsıttar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperi Gündüz cih digirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Hejmara nû ya Kovara Derûnnasiyê 'Psychology Kurdî' derket". www.rudaw.net. 7 hezîran 2023. Roja gihiştinê 16 adar 2024.
  2. ^ "Psikolojiye Kürtçe katkı". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 adar 2024.
  3. ^ Duvar, Gazete (6 nîsan 2020). "'Anadilde psikoterapinin etkisi iki kat daha fazla'". www.gazeteduvar.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 16 adar 2024.
  4. ^ "Kovara derûnînasiyê: Psychology Kurdî". YeniOzgurPolitika.com (bi tirkî). 28 îlon 2016. Roja gihiştinê 16 adar 2024.

Girêdanên derve biguhêre