Portal:Jînenîgarî
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Jînenîgariyê
Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíos „jiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.
Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.
Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.
Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.
Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.
Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.
Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.
Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên Jînenîgariyê
Wêneyên gotarên jînenîgariyê
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1926 – Şah Rizayê Pehlewî bû serokwezîrê Îranê.
- 1936 – Bi armanca ku hemû partiyên Fîlîstînî yên Ereb di bin yek banî de bîne cem hev, Komîteya Ereb ya Bilind hate damezirandin.
- 1945 – Îro li Îtalyayê Roja Rizgariyê ye.
- 1951 – Di encama êrîşên Çînê de leşkerên Neteweyên Yekbûyî, ji çeperên xwe yên li Koreyê vekişiyan.
- 1953 – Ew bi James Watson û Maurice Wilkins re gotarekî ku danasîna molekula DNA'yê dike weşandin.
- 1982 – Îsraelê vekişîna xwe ya ji Sînayê temam kir.
- 1989 – 120 hezar karkerên ku li ser rêyên reş dixebitin, li hemû bajarên Tirkiyê çalakiyek lidarxistin û bi pêxwas meşiyan.
- 1992 – Li Emerîkayê radyoya kurdî ya Dengê Emerîka (VOA) hate damezirandin.
- 1993 – Serokê nû yê Rusyayê bû Borîs Yeltsîn.
- 1995 – Gundê Prinjiman (Kurşunlu) ya girêdayî Dîcleyê ya ser bi Amedê, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hate şewitandin û valakirin.
Jidayîkbûn
- 1949 – Dominique Strauss–Kahn, siyasetmendê fransî
- 1874 – Guglielmo Marconi, fîzîknasê xwediyê Xelata Nobelê
Mirin
- 1744 – Anders Celsius, astronom, matematîkvan û fîzîknasê swêdî.
- 1976 – Hozan û helbestvan Mele Esedî Mehûyî li bajarê Suleymaniyê koça xwe ya dawîn kir.
Kategorî
Jînenîgarî • Kes
Li gorî zayendê • Li gorî neteweyan • Li gorî pîşeyan