Piyaz cureyek meze ye ji pêjgeha kurd û gelê cîran. Di wêjeya devkî de carnan jê re pîvazniyaz jî dibêji.

Piyaz

Berkelî (bo pênc kesan) biguhêre

  • 250 gr hebên lowiyê (lovî, fasûlî)
  • 1 stekan (qedeh) sirke (sihik)
  • 1 serî pîvaz
  • 1 baq (qevçe) bexdenûs
  • Îsota spî
  • Xwê
  • 2 kevçî sirke
  • 6 kevçî rûnê zeytê
  • 2 serî firing (tomatos)
  • 2 hêkên xaşandî

Amadekirin biguhêre

  1. Rojek berê loviyên xwe bixin nava avê, bila nerm bibin. Têxin quşxaneyê û ehya tiliyek serê re avê berdinê, bidin ser argûnê. Heya nerm bû, keliya bikelînin.
  2. Dema keliya, di nava ava xwe de bihêlin bila sar be. Bidarivînin û têxin badiyekê.
  3. Stekanek sirkeye tevlî bikin û devê badiyê bigirin. Bi vî awayî bi qasî 2 katjimêrî bidin sekinandin.
  4. Bo çênca wê di nava badiyekê din de îsot û sirkeyê tevdin. Rûnê zeytê pê bidin xwarin. Piştî 2 katjimeran sirkeya loviyan bidarivînin. Îcar pîvaz, bexdenûs, çênca (sosa) we hazir kiribû tevlî bikin, tevdin.
  5. Bixin binikan û bi firing, hêka xaşandî ya tîkekirî û zeytûnê bixemilînin. Êdî dikare bê ser destexaneyê (sifreyê).