Pezmijoka Nîlê.
Pezmijokek Nîlê li Gola Manyara, Tanzania
Cureyên nenas (IUCN 2.3)[1]
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Reptilia
Kom: Squamata
Binekom: Lacertilia
Famîle: Varanidae
Cins: Varanus
Binecins: Polydaedalus
Cure: V. niloticus
Navê zanistî yê latînî
Varanus niloticus
(Linnaeus, 1758)
Belavbûna pezmijoka Nîlê.

Pezmijoka Nîlê (Varanus Nilocticus), lê navê (lêgwana avê) jî heye ku ji zimanê holendî hatiye.[2] Pezmijoka Nîlê, cureyek e pezmijokan ji binecinsa Polydaedalus û ji famîleya pezmijokan (Varanidae) e.

Şayes biguhêre

Dirêjiyê pezmijoka Nîlê qasî 120-162 cm û carinan digihîje 244 cm. Giraniyê pezmijoka Nîlê qasî 5.9-15 kg.

Belavbûn biguhêre

Pezmijoka Nîlê, ser dirêjiya çemê Nîlê li Sudan û Misrê teve herêmên navîn û başûrê Afrîkayê dijî ye, lê li çol û peydan nayê dîtin.[3][4]

Xwarin biguhêre

Pezmijoka Nîlê, pezmijokek e goştxwer e. Pezmijoka Nîlê, balinde, guhandarên biçûk, qapûşk, masî, beq, cirnîsê biçûk tevî hêkên cirnîsan, mar û kêzan dixwe.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ IUCN Red List and search for Varanus niloticus
  2. ^ Varanus niloticus, The Reptile Database
  3. ^ "Reptile Specialists(Nile monitor)". Ji orîjînalê di 7 îlon 2012 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 30 hezîran 2013.
  4. ^ Varanus niloticus (Nile monitor) info

Girêdanên derve biguhêre