Peymana Nû

(Ji Peyama Nû hat beralîkirin)
Peymana Nû

Peymana Nû navê beşeke pirtûkên pîroz ên xristiyanan e. Peymana Nû beşa diduyan a Kitêba Pîroz (Încîl) e; beşa pêşî Peymana Kevin e. Încîl ji qurmê (ra, kok) peyva EUANGELION a bi zimanê yewnanî tê. Mana wê Mizgînî ye. Încîl ji gelek pirtûkên cur bi cur pêk tê.

Peymana Nû bi kurdî biguhêre

Wergereke Peymana Nû tevî Peymana Kevin ji aliyê weşanxaneya GBV-DILLENBURG li Eschenburg, Almanya hat pêk anîn. Wergêr Mehmet Sait Alpaslan (Seîdê Dêwreş) û Resul Yildirim (Resûlê Qereqoçanî) bûn. Pirtûk di tebaxa 2004'an de derket û ji 1340 rûpel pêk te.

Încîl, yanî Mizgînî (Peymana Nû) di sala 2005'an de bi zimanê Kurmancî ji aliyê "Kitab-ı Mukkades Şirketi" ve li Stembolê hatiye derxistin. Wergêr Felat Dilgêş bû.

Girêdanên derve biguhêre