Peter Pan

Serleheng di çend çîrokên zarokan de ji hêla James Matthew Barrie ve

Peter Pan di hin çîrokên zarokan ên James Matthew Barrie de serleheng e û li wir zarokê tenê ye ku dê tu carî salmezin nebe. Ew li girava aşopî Neverland dijî li ku ew serkêşê koma lawan bi navê lawên windabûn (bi îngilizî The Lost Boys) e. Neyarê Peter Pan Kapîtan Hook e.

Peter Pan
  • Mirova/ê aşopî
  • literary character
  • fantasy film character
  • television character Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Çêker
Dema weşandinê1911 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweFantazî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jê îlhamgirtî
  • Peter Llewelyn Davies Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Peter Pan di pirtûka The Little White Bird (Balindeya biçuka sipî) ku esasen ji bo salmezinan hatibû nivîsandin, di cara yekem kifş bû û di sala 1905an di promiyera Londonê çîrok li ser sernavê Peter Pan, or The Boy Who Wouldn’t Grow Up (Peter Pan an jî lawê wê ne dixwast salmezin be" an jî ne salmezin dibû) li ser sehneye dihat bi biserkeftiyê leystin. Di sala 1906 fesla The little White Bird wek pirtûka bi xwe Peter Pan li Kensington Gardens dihat weşandin. Ew çap ji aliye Arthur Rackham ve xêzkirî ye.Di sala 1911 J.M.Barrie naveroka şanoname ji bo çîroka Peter and Wendy(Peter û Wendy) li anî, ku îro zêdetirîn li ser sernav Peter Pan tê weşandin.

Naverok biguhêre

Di çîroka J.M.Barrie de Peter Pan û Periyeke bi navê Tinker Bell li Londonê seyran dikin. Li vir ew herdu tên li mala keç Wendy Darling. Peter Wendy û birayên wê John û Michael bi xwe re dibe li Neverlandê li ku Wendy ji bo Peter û lawên windabûn wek dayike. Ewna hemû gelek serpêhatî bi çavên xwe dibînin. Di dawî de zarokên Darling ji bîra mal û debavê xwe dikin û Peter lema wana gêrî dibe malê.

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya almanî pêk tê.