Pestoya Hewayê: Air pressure

Pestoya Hewayê, kîlo yan kêşa atmosfer liser erdê ye ku ber bi jêrê tê îmal kirin. Pesto bi barometrê ku ji stûneke şûşeyan dagirtî bi Cîweyê pêktê, tê pîvan. Pestoya Atmosferê jî, hêzeke ku liser yekeya rûbarê bi riya kîlo yan kêşa hewaya ser wî rûbarî ya di atmosfera erdê de tê îmal kirin.

Atmosfera Standard, Yekeya pestoyê ye ku 101325 Pa yan 1013.25 hectopascals yan milibars yan 760 mmHg(torr) yan 29.29 in Hg yan 14.696 psi e.

Pestoya Krîtîk: Critical pressure

Pestoya Krîtîk, pestoya herî kêm e ku jibo veguherandina hulm bi avê re pêywîst e. Pestoya Krîtîk heman pestoya işbaibûyî ya maddeyê di germahiya krîtîk de ye.

Eger pestoya ser hulmê kêmtir be ji pestoya işbaibûyî û hulm di dereceya germahiya krîtîk de be, îdî ew nikare bibe av.

pc

substance critical temperature (oC)

NH3 132

O2 -119

CO2 31.2

H2O 374

substance critical pressure (atm)

NH3 111.5

O2 49.7

CO2 73.0

H2O 217.7

Pestoya Osmotîk: Osmotic pressure

Pestoya Osmotîk, hêzeke ku liser liquidê tê îmalkirin ku nehêle ew liquid ji memberanê re derbasî aliyê din bibe. Memberan jibo hin mûlûkûlan dibe derbasdar û ji hinên din re dibe nederbasdar.

Mûlûkûlên avê di prosesa Osmozê de ji navçeyên Ren ber bi navçeyên Tîrtir diherikin.

Osmoz di gûlûbûlên sor yên xwînê de jî heye.Yanê eger ew glûbûl di nav avê de bin, av diçe nava sellûlê û bi zêdebûna ava nava sellûlê, dîwara sellûla xwûnê didire.

Lê eger ew di nava av û xweyê de be, av ji glûbûlê diçe derdora sellûla xwînê û dibe sedema çilmisîna glûbûlan. Lewma jî di derzîlêxistina nava damaran de gerek ji mehlûlên isotonic ku pestoya osmozîka wan û pestoya osmozîka xwînê wekhev in, istifade bibe.

Π: Pestoya Osmozê bi atmosfer

M: Molarîte

R: neguhera cîhaniya gazan (0.0821 Lit.atm/mol˚K)

T: dereceya germahî bi Kelvînê

M = n/V n: hejmara molan û v: hecm e

Π = i MRT     πV = nRT