Persefonê

hevjina Hades an go yên Plutonê

Persefonê (bi yewnaniya kevn: Περσεφόνη, lat. Persephónē; bi latînî: Persephone) an Korê (bi yewnaniya kevn: Κόρη, lat. Kórē; bi latînî: Cora) xwedawendek e di mîtolojiya yewnanî de. Bi taybetî ji dexl re tê têkildar kirin û xatûna dinyaya binerdê ye. Persefonê keça Dêmêtêr û Zeus, jina Hadês bû.

Persefonê
Περσεφόνη
Perestvandînê Yewnanistana kevnare, mîtolojiya yewnanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstHades Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
  • Despîna Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
Zarok
  • Agrianome
  • Eubûleûs
  • Zagreus
  • Melînoê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanHadês Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Wekhev
Proserpina, Libera Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hêsîodos di pirtûka xwe Teogonîayê de derheqê wê dibêje ; " Persefonêyê Tirsehêz" lê di mîtolojiya yewnanî de ew piranî wek rizgarkerekî derdikeve holê. Dinyaya binerdê ji hêla wê û Hadêsê dihat bi rê ve birin.

Persefonê û Hadês biguhêre

Çaxê Persefonê sosina berhev dikir, Hadês wê dît û dilê wî kete wê. Hadês wê bi zorê xiste erebeya xwe û wê revand. Dera revandina wê hin çavkaniyan de Sîsîlya, yên din de jî Asya bû.[1]

Dêmêtêr ji bo dîtina keça xwe dinyayê hemû heta Eleusisê gera. Hêlios qedera wê gotibû lê ew bawer nekir dîsa jî gera. Piştê hin serpêhatiyên Dêmêtêr yeqîn kir ku Persefonê ji jêla Hadêsê hatiye revandin. Hekata di her du destê xwe de pêtal rastê wê hat û cihê Persefonê ji wê re got. Heman demê Dêmêtêr xwedawenda bereketê bû , ji bo xwedawendên din jî bikişîne aliyên xwe xela anî ser rûyê erdê. Xela zindiyên ser ruyê erdê pêrîşan kir, dawiyê de Zeus, Hermêsê şand ba Hadêsê ku Persefonêyê berde.[2]

Hadês neçar ma Persefonê berda lê beriya berdanê libek fêkiyê hinarê avête devê wê. Persefonê tu car vê tema yezdanî bîr nekir, ji ber wê şeş mehê salê Persefon li bin erdê ba Hadêsê bû, şeş mehên din jî ba diya xwe bû. Li Yewnanistana kevnare de dihat bawerkirin ku ew çaxê ba diya xwe diya wê kêfxweş dibûya bereket li rûyê erdê belav dikir lê çaxê ew diçûya ba Hadêsê diya wê xemgîn dibûya bereket diçûya lewma şeş mehên salê mirovan dikariya çandinî bike , şeş mehên din mirovan nedikariya. [3]

Çavkanî biguhêre