Perikên xwînê

Pêkhateyên xwînê ne ji boy meyandina xwînê ,dema xwînçûnê pêk tê

Perikên xwînê wekî trombosît jî tê navkirin. Bi gelemperî perikên xwînê wekî corek ji xaneyên xwînê tê hesibandin. Bi yewnanî trombos “meyîn”, kytos jî bi wateya “xane” tê bikaranîn. Lê bi eslê xwe perikên xwînê xane nînin. Trombosît pirtikên sîtoplazmaya xanêyên gewre (megakaryosît) yên moxê hestî ne[1]. Di moxê hestî de xaneyên gewre (megakaryotîs) perçe dibin. Ji sîtoplazma û hin endamên van xaneyan, perikên xwînê çêdibin.

Perikên xwînê bênavik in. Temenê perikên xwînê 7-12 roj e. Trombosîtên pîr an jî yên bêkêr, di sipil û kezebê de tên hilweşandin. Mîkrolîtreyek (mm3) xwînê de bi qasî 150-400 hezar perikên xwînê heye [2]. Perika xwînê ji xiroka sor û xiroka spî hûriktir e.

Heke di laş de birînek çêbibe, ziyan digihîje lûleyên xwînê, xwîn ji lûleyên ziyangirtî diherikê derve. Divê rê li ber xwînçûyînê bêne girtin, yan na, jiyana mirov dikeve xeterê. Karê serekê yê trombosîtan, meyandina xwînê ye. Xwînmeyîn dema xwînçûnê pêk tê. Hinek ji perikên xwînê li sipil de tê embarkirin[3]. Hin caran ji ber hokarên genetîk (bomaweyî) an jî jiber nebûna proteîna meyînê, trombosît karê xwîn meyînê pek nayinin, ev rewş wekî nexweşiya xwînberbûn (hemofîlî) tê navkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 , p 803[1]
  2. ^ OpenStax, Biology for AP® Courses, openstax, 2018 p 1358 [2]
  3. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [3]Platelets-thrombocytes