Perçemka mêwexwer ya Misrê

Perçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê
Perçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê Rousettus aegyptiacus
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Chiroptera
Famîle: Pteropodidae
Binefamîle: Pteropodinae
Cins: Rousettus
Cure: R. aegyptiacus
Navê zanistî yê latînî
Rousettus aegyptiacus
(Geoffroy, 1810)
Belavbûna Perçemka mêwexwer ya Misrê

Perçemka mêwexwer ya Misrê , rûviya firrinde [2] an rozeta misrî (Rousettus aegyptiacus), cureyekî perçemkên Cîhana Kevn û ji famîleya perçemkên mêwxwer (Pteropodidae) ne.

Belavbûna erdnîgarî biguhêre

Perçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê li Rojhilata Navîn, rojhilata Pakistanê, bakura Hindê û li parzemîna Afrîkayê ji xeynî beybana Sahara têne dîtin.

Şayes biguhêre

 
Perçemkeke mêwexwer ya Misrê (Rousettus aegyptiacus)

Perçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê ji perçemkên dêw (Megachiroptera) biçûktir e. Dirêjiya piyalên herdu baskên perçemka mêwexwer ya Mîsrê nêzî 60 cm. Dirêjiya laşê derdorî 15 cm. Giraniya wê nêzîkî 160 g. Nêr ji mê mestir e. Rengê vê perçemkê qehweyî yê vekirî û rengê baskan qehweyî tarî ye. Çavên wê tarî yên û guhên wê mezin û tûj in. Poz an bêvila vê perçemkê dirûvê kûçikan e, ku bû sedema navlêkirina wê wek rûviyê firrinde di zimanê îngilîzî de.

Reftar biguhêre

 
Perçemkeke mêwexwer ya Misrê difire ye li Tel Aviv, Îsraîlê.

Nolê gelek perçemkan, perçemka mêwexwer ya Misrê di şevê de li xwarinê xwe digere.

Xwarin biguhêre

 
Perçemkeke mêwexwer ya Misrê porteqalê parçe dike

.

Perçemka mêwexwer ya Misrê gelek cureyên mêweyan nerm û hişk dixwe, lê bi taybetî ji xurmên bejî hez dike.

Pirbûn biguhêre

 
Çêlika perçemka mêwexwer ya Misrê

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Mickleburgh et al. (2004). Rousettus aegyptiacus. 2006. IUCN Red List of Threatened Species. IUCN 2006. www.iucnredlist.org. Retrieved on 11 May 2006. Database entry includes a brief justification of why this species is of least concern
  2. ^ gor wateya wê bi îngilîzî

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Perçemka mêwexwer ya Misrê de hene