Penaber kesên ji ber raman, bawerî, aîdiyeta xwe bi komekê re, ol û tercihên xwe yên zayendî, ji aliyê dûgel an hêzên bi rêxistinî jiyana wan ketiye xetereyê, di bin gefxwarin û biryara êşkence û cezayê mirinê (dardekirin, berdarî, îdam, xenaq) de ne yan jiyana xwe di xetereyê de dibînin û ji ber wan sedeman herêm an welatê xwe diterikînin, re tê gotin. Penaberî mafeke mirovî ye û di Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de jî cih digire.

Penaberên ermenî li Wanê di sala 1915an de
Penaberên kurd di 1991ê de.
Penaberên kobanî li Sirûcê (2014)
Penaber li ber girava Lesvosa Yewnanistanê (2015).

Penaber, peyveke dadî ye. Ji koçber cudatir e. Piştî Şerê cîhanê yê duyem , ji bo careke din şer û azareke wiha êdî pêk neyê, mirovahî li hin çare, norm û peymanên navneteweyî geriya. Li bajarê Jenevê (Cenevre) yê Swîsreyê, gelek peymanên navnetewî hatin morkirin. Ravekirina peyva penaber, maf û normên penaberiyê di Peymana Mafê Penaberiyê ya Jenevê ya sala 1951'ê de hatine kivşekirin.

Kesên ku ji ber raman, bawerî, aîdiyeta xwe bi komekê re, ol û tercihên xwe yên zayendî (cinsî), ji aliyê dûgel an hêzên bi rêxistinî jiyana wan ketiye xetereyê, di bin gef û biryara êşkence û cezayê dardekirinê de ne, nikarin li cihên jê hatine werin vegerandin. Mafê wan kesan ê penaberiyê heye. Ji wan re pasaporta seyahetê tê dayîn. Heger şertên malbatên wan ên penaberiyê çêbûne ew jî ji vê mafê sûdwerdigirin.

Mixabin herçendî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan ji aliyê pirraniya welatên serbixwe ve hatibe pejirandin, heya bigire di destûra bingehîn ên wan welatan de cih girtibe jî, îro wekî gelek destketiyên mirovahiyê, mafê penaberiyê jî bi berjewendiyên dûgelan ve hatiye girêdan.

Penaberên kurd biguhêre

Gelê kurd yek ji gelên bêdewlet e. Bi sed hezaran kurd ji ber zilm û zordariya welatên dagirker li rûyê erdxanê (dinyayê) belavbûne. Piştî kareseta terorîstî ya 11'ê rezberê (2001) li New Yorkê pêk hat, mafê penaberiyê kete bin gefa berjewendiyên welatan. Di serî de DYA, YE, Kanada û Awistraliyayê pirraniya welatan bi navê ewlekariyê li astengkirina destketiyên mirovahiyê, herwekî li astengkirina mafê penaberiyê geriyan. Roj bi roj ji mafê penaberiyê tê birin, rewşa wan tê dijwartirkirin.

Çavkanî biguhêre